Gallery

BBC, di cejna karkeran de Hewlêr wek serbajarekî cîhanî nasand

Nûçexane – Televizyona Navdewletî ya Îngilîstanê BBC di nûçeya xwe ya 1ê Gulanê de Paytexta Herêma Kurdistanê jî wek serbajarekî cîhanî nîşan da û cih da pîrozbahîya li ber parlementoya Kurdistanê.

BBC di nûçeya xwe ya ku hemû pîrozbahîyên sereke yên paytext û serbajarên dinyayê nîşan da de, meşa karkeran ya ber bi parlementoya Kurdistanê ku bi hinceta pîrozbahîyên cejna karkeran pêk hat jî bi dîmen weşand.

Advertisements