Gallery

Kişanak: Amerîkayî li qebulnekirina xweserîya demokratîk şaş man

Nûçexane – Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak diyar kir ku rêveberiya Washingtonê di mijarên zimanê zikmakî, girtina demdirêj û demokratîkbûnê de ji Tirkiyeyê pêngavan hêvî dike. Kişanakê ragihand ku DYA’yiyan diyar kirin ku ew li hemberî qebûlnekirina xweseriya demokratîk a ji aliyê Tirkiyeyê ve matmayî bûne û bal kişand ku DYA ji polîtîkayên Tirkiye yên li Sûriyeyê nerehet e.

Di 22-30’ê nîsanê de, Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û Alîkarê Hevserokên BDP’ê û Parlementerê Wanê Nazmî Gur çûn serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Kişanak der barê serdanan de agahî da rojnameyên Cumhuriyet û Radîkalê.

Kişanakê bi bîr xist ku wana bi Alîkarê Serokwezîra Derve ya DYA’yê Philip Gordon û hin senatoran re hevdîtin pêk anîne û diyar kir ku guhertina herî girîng a li DYA’yê nêrîna li ser pirsgirêka Kurd bû. Kişanak got; “DYA’yê pirsgirêka Kurd pir baş fêm kiriye. Weke berê, mîna pirsgirêkek a tundiyê nabîne. Dibêjin ku PKK jî parçeyek girîng a pirsgirêka Kurd û ger pirsgirêka Kurd çareser bibe, divê PKK jî bi vê re çareser bibe. DYA êdî dixwaze bi awayeke berfirehtir li vî wêneyê binêre. Weke ku hat dîtin jî, PKK di hevdîtinan de pir kêm cih girt.”

‘LI HEMBERÎ QEBÛLNEKIRINA XWESERIYA DEMOKRATÎK ŞAŞ MANE’

Kişanak destnîşan kir ku DYA’yî li hemberî qebûlnekirina pêşniyar çareseriya pirsgirêka Kurd “Xweseriya Demokratîk” a ji aliyê BDP’ê ve hatiye kirin şaş mane. Kişanakê bi bîr xist ku DYA ji sîstema eyaletan pêk tê û got; “Lê em eyaletan jî pêşniyar nakin. Em diyar kir ku em rêveberiyeke profîla wê ji federasyonê jî biçûktir dixwazin. Lê wana fêm nekir çima dewleta Tirkiye li hemberî vê rêbaza çareseriyê derdikeve. Dan diyarkirin ku tevî çareserkirina pirsgirêka Kurd, ew ji Tirkiyeyê daxwaza demokratîkbûnê dikin.”

Kişanak, diyar kir ku di vê çarçoveyê de pirsgirêka parlementerên girtî jî hat rojevê û rayedarên DYA’yê diyar kirin ku ew vê mijarê jî ji nêzîk ve dişopînin.

BENDEWARÎ HENE’

Kişanak destnîşan kir ku DYA’yî jî diyar dikin ku divê Tirkiye beriya guhertina makeqanûnê, hin pêngavên demokratîk ên weke serbestberdana parlementerên girtî biavêje. Kişana got; “Ew li bendê ne ku makeqanûneke azadîxwaz bê amadekirin. Paqijiya rê jî di rojevê de ye. pêngavên demokratîkêbûnê yên weke zimanê zikmakî, bicihbûnê yên ku heta niha ji aliyê YE’yê ve dihatin ziman, vê carê jî ji aliyê DYA’yê ve hat ziman. DYA’yê heta niha di hevdîtinan de van mijaran esas nedigirt. Lê me dît ku DYA jî li benda demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.”

‘ME XWEST MUXALEFETA KURDAN LI DERVE NEYÊ HIŞTIN

Kişanakê bal kişand ku DYA ji polîtîkayên Tirkiye yên li hemberî Sûriyeyê nerehet û got; “DYA di mijara Sûriyeyê de ev hêvî ji Tirkiyeyê dikin ‘Tirkiye rol dileyîze, bila bileyîze, lê bila erênî be.’ Ew jî dizanin ku polîtîkaya li Sûriyeyê pir zor e. Hêviya wan ew e ku muxalîf bi hêztir bibe. Me ji wan daxwaz kir ku muxalefeta Kurdan li derve neyê hiştin û ew jî bikeve nava pêvajoyê. Me diyar kir ku em jî dixwazin sûd bidin çareseriyê û rol werbigirin.” ANF

Advertisements