Gallery

Serdana Bazirganî ya Serok Barzanî bi dawî bû

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana xwe ya welatê îmarat bi dawî kir û vegerîya welat. Barzanî di vê serdana xwe de, bi taybetî pêwendîyên li ser danûstandinên aborî danîn û her wiha bi hakimê Dûbayî El Mektum re jî hevdîtinek pêk anî.

Piştî serdanekî fermî ya welatê Îmarat û civîn û hevdîtinên li gel Simu Şêx Mihemed Bin Raşîd El Mektum Serok Wezîrê Îmarat û Hakimê Dubayî û Şêx Mihemed Bin Zayîd Mîrnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ku têda dûpat li pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan kirin. Piştî nîvroya îro çarşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ve gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Berî vegeranê jî li cihê mayîna xwe ya li Îmarat li gel Serokê Jûra Bazirganî û hejmarek ji karsazên Îmarat civiya û tekez li pêşxistina pêwendiya bazirganiya li navbera Herêma Kurdistan û welatê Îmarat hate kirin ku bi awayekî li berjewendiya her du aliyan da bê. Jêder: SHK

Advertisements