Gallery

Serokatîya Herêmê ji bo zêdetir kes sûde jê bistînin ‘Yaseya Lêborînê’ red kir

Nûçeane – Pîştî ku parlemana Kurdistanê di civîna 4/10 de yasaya lêborîna giştî pesend kiribû, îro serokayetiya Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de, daxuyakirin ku serokê Herêmê Mesûd Barzanî li gor hebûna desthilatê xwe yasa red kiriye.

Serokayetiya Herêmê eşkere kir serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligor desthilata madeya 10 /yekim/2 da li yasaya serokayetiya Herêmê jimareya 1 ya sala 2005 ê, îro yasaya lêborîna giştî ya jimareya 2 di sala 2012`an de red kiriye.

Her weha sedema redkirina yasayê jî hatiye eşkerekirin ku pêwîste yasa berfireh be taku rêjeyeke gelek ji girtiyan ji yasayê sûd wegirin û na edaletî çê nebe û pêwîste çi cûdabûna navbera nivîsên yasayê di ya Erebî û Kurdî de nebe. Pukmedia

Advertisements