Gallery

Keça Qedafî daxwaz kir ku kujerên bavê wê bên darizandin

Nûçexane – Keça Muammer Qeddafî Ayşê ya ku îltîcaya sîyasî li Cezayîrê standiye, daxwaz ji  Civata Ewlekariya NY û dadgeha mafên mirovan ya  Navnetewî  kir, ku kujerên bavê wê bên darizandin.

Daxuyanî ji alî Medyayên Erebî hate ragihandin. Ayşa Qaddafî ku banga xwe bi riya avokatên xwe pêşkêşî Civata Ewlekariyê NY kir, kuştina bavê xwe û birayên xwe Muatasêm  wek `sûcên leşkerî` bi nav kir û daxwez kir ku lêpirsîna navnetewî ya serbixwe dest pê bikin. Ayşa Qaddafî û hevjîna Qaddafî Safiya bi du korên wî – Muhemed û Gannîbal piştî dagirkirina paytaxta Libiyeyê ji aliyê serhilderan ve, reviyan Cezayîrayê. Li wûr endamên malbata  Qaddafî îltîcaya sîyasî girtin. Hukmeta nû ya Libiyeyê pir caran ji welatên cîran û ji Cezayîrê mervên Qaddafî ji bo darzandinê xwestin. Lê Cezayîr radestkirina nunerên malbata  Qaddafî red kir. Jêder: Dengê Rûsya Beşa Kurdî

Advertisements