Gallery

3 girtîyên Kurd li ber sêdarê ne

Nûçexane – Ajansa Çalakvanên Mafê Mirov a li Îranê ragihand ku bi sûcê endamtiya partiyên kurd û şer kirina ligel xweda, cezayê bidarvekirinê li 3ê girtiyên kurd ên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê hatiye birîn.

Hoşeng Rezayî girtiyekî siyasî yê kurd e û niha li girtîgeha Êwîn a li Tehranê girtiye. Ji aliyê dadgeha şoreşê ya Tehranê ve bi sûcê şerkirina ligel xweda û endamtiya partiyekî kurd, cezayê bidarvekirinê lê hatiye birîn. Herwiha Seîd Rezayî, pismamê Hoşeng bi sûcê veşartina pismamê xwe, cezayê girtîgehê yê salekê lê hat birîn.

Herwiha hatiye ragihandin ku Hoşeng Rezayî nêzî du salane bêyî ku mafê wergirtina parêzer û dîtina malbata wî bê dayîn, li girtîgehên Kurdistan û Tehranê girtiye.

Li aliyekî din jî Rêxistina Mafê Mirov a li Îranê ragihand ku Şaxê 1 ê Dadgeha Mihabadê bi sûcê endamtiya partiyekî kurdî ya dijminên Komara Îslamî û şerkirina ligel xweda, cezayê bidarvekirinê li Îbrahîm Îsapur û Sîrwan Nijawî yên ji rojhilatê Kurdistanê biriye.

Malpera Rojhilattimes jî belav kiriye ku herdu girtiyên siyasî ji gundê Nelasî yên bajarê Serdeşt in û berî çend mehan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin. Herwiha herdu kurd ji girtîgeha Urmiyê û piştre jî ji bo Mihabadê hatine veguhestin.

Tê îdiakirin ku herdu girtiyên siyasî yên kurd bi sûcê endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û şer kirina ligel xweda, cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn. Kurdî: Rûdaw

Advertisements