Gallery

Muqtede Sedir: Ne Kurd çeteyên Neftê ne, ne jî Sunî terorîstin

Nûçexane – Serokê Şepola Sedirî bersivê dide nameya mirûdên xwe ku dixwazin nêrîna wî li barê çend xalan de bigrin  û weha bo wan ragehandiye, ku “Hin aliyên desthilatê dixwazin navê Sunî`yan û Kurdan xirap bikin û bi cete û terorîst wan bi nav dikin, lê belê ne Sunî terorîstin ne jî kurd çeteyên neftê ne.”

Muqtede Sedir di bersîva xwe de êriş dike ser Serokwezîrê Êraqê Nurî Malîkî û dibêje: “Ji ber helwestên wî yên dîktatorî qeyraneke siyasî li Êraqê dirust kiriye, ev yek jî hemû alî di nakokiyan de dijîn.”

Di beşeke din ya bersivên xwe de Muqtede Sedir ji mirûdên xwe re dibêje: “hindek aliyên desthilatê dixwazin navûdengê Sunî`ya û Kurda neşîrîn bikin û bi terorîst û çete bi nav dikin, lê ne Sunî terorîstin û ne jî Kurd çeteyên neftê ne.”

Sedir bersiva nameya mirûdên xwe dide û dibêje ku kiryarên hikûmetê zerer gihandiye malê Şî`îyan û hemû gelê Êraqê, ne seredana wî ya bo Hewlêrê. Xendan.org

Advertisements