Gallery

Serok Barzanî: Kurd qebul nakin di bin dîktatorîyê de bijîn

Nûçexane – Bi beşdarîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistan Kusret Resul Elî û serokê parlemena Kurdistanê Erselan Bayîz û hin Berpirsên siyasî û îdarî yên Kurdistanê, Konsolos û hijmareke berçav ji Rewşenbîrên Ereb yekemîn kongreya Erebî bo serxistina doza Kurd bi rêve çû.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotinek pêşkêş kir û got: “Weke tê zanîn, piştî hilweşandina rejîma dîktator, me hemûyan hewl da ku, Iraqeke demokratîk, fedral û pir alî dabimezrinên.”

 

Serok Barzanî dîsan di axavtinên xwe de diyar kir, ku rewşa Iraqê xirabe û Iraq ber bi dîktatorîyetê ve diçe û got: “Kurd qebûl nakin di bin sîbera hukûmeteke dîktatorî de bijîn.”

Serokê herêmê teqez kir û got: “Dîktatorîyet nebe, hîç tiştek nikare gefê li yekgirtûyîya xaka Êraqê bike.”

Barzanî bal kişande ser mafê gelê Kurd ya çarenivîsê û got: “Mafê çarenivîsê mafekî sirûştîyê gelê Kurd e, belê li gel ewê çendê jî me bawerî bi goftûgoyê heye.” Jêder: Pukmedia

Advertisements