Gallery

Vekirina Pirtûkxaneya Îsmaîl Beşîkçî (+Wênedank)

Nûçexane – Pirtûkxaneya Lêkolînê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi beşdarîya gelek siyasetvan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd û Tirk 5ê Gulanê bi merasîmeke taybet li avahîya weqfê hat vekirin.

Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî di vekirina pirtûkxaneyê de axaftinek kir û bal kişand ser perwerdeya zimanê Kurdî û got; ‘AK Partî di vê mijarê de dudilî tevdigere û dixwaze helwesta asîmilasyonê li ser kurdî bidomîne. Divê kurdî ne ku bibe zimanê bijarte divê bibe zimanê yekser yê perwerdehîyê’.

Kurdêleya vekirina Pirtûkxaneyê ji alîyê Serokê Weqfê Îsmaîl Beşîkçî ve hat jêkirin û paşê ji bo beşdaran kokteylek hat sazkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, gelek siyasetvan, nivîskar, weşanger, rewşenbîr û kesayetên naskirî yên civakê piştgirîya weqfa Beşîkçî û pirtûkxaneya wê kirin û bilêv kirin ku, bîr û ramanên Beşîkçî bidin jiyandin.

Wêne: ilkehaber.com

This slideshow requires JavaScript.

Advertisements