Gallery

Nêçîrvan Barzanî: Hewlêr ji Stenbolê bi ewletir e

Nûçexane – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Hewlêr ji Stenbolê bi ewletir e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 03.05.2012an tevlî merasîma vekirina otêla Divan ya Grûba Divan a li Hewlêrê bû. Nêçîrvan Barzanî wê demê ji rojnamevanên Tirkiyê re axivî.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, Nêçîrvan Barzanî got: “Hatina şirketa Tirkiyê ya herî mezin Koç Toplulugu ya ji bo Hewlêrê, ji bo me xwediyê giringiyekî mezin e. Nêzîkatiyên min ên biratî ligel Mustafa Koç hene. Em li bendê ne grûbên din ên mezin yên Tirkiyê li Hewlêr û herêma me hilberînên xwe bikin. Em dixwazin di her warî de peywendiyên me ligel Tirkiyê baş birêve biçin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wekî hikûmet komîsyonekî taybet avakirine û wiha got: “Ev komîsyon wê ji bo çareseriya pirsgirêkan formîlan pêşbêxe. Em li bendêne ji Tirkiyê hemû sektor li herêma me hilberînan bikin. Ez naxwazim we biêşînim, lê Hewlêr ji Stenbolê bi ewletir e.” Kurdî: Rûdaw

Advertisements