Gallery

‘Pêwîste aramiya Herêma Kurdistanê herdem parastî be’

Nûçexane – Bi mebesta gengeşekirina rewşa Êraqê û Herêma  Kurdistanê, her yek ji Mam Celal û Mesûd Barzanî di heyama kêmtirî du heftêya eve du car in dicivin.

Li gor beyannameyeke nivîsingeha ragihandina serokkomar ku wênyek jê ji bo malpera Xendan hatiye şandin, îro beriya nîvro serokkomarê Êraqê Mam Celal li bajarê Hewlêrê digel serokê Herêmê Mesûd Barzanî civiya,

Sekerterê giştî yê Yekîtî Nîştimanî Kurdistan Berhem Salih jî di civînê de amade bû, ku ew civîn li bargeha mekteba siyasî ya YNK`ê birêve çû, û çendîn mijarên girîng a girêdayî rewşa Êraq û bûyerên siyasî hatin gengeşe kirin, û bi taybet ew herdu aloziyên Êraq-Êraq û Herêm û Hikûmeta Federalî ketin rojevê.

Li gor beyannameyê herdu serokan nêrînên xwe derbarê tevaya arîşeyan û dîtina çareserkiriyek herdemî û jinavbirina wan arîşeyên ku astengiyan dirust dikin anîn ziman, û tekezî li ser çareserkirina aloziyan di çarçoveya rêkeftinnameya Hewlêr û made û bendên destûrê bi rêya diyalogê kirin.

Herdu aliyan bi armanca temamkirina proseya siyasî û demokrasiyê û xizmetkirina Êraqê aşkere kirin ku,ji bo çareserkirina arîşeyan û danana bername û projeyên hevbeş ya nîştimanî û demokrasî ku her kes jê razî be û li hev bikin gotûbêj kirin.

Derbarê Herêma Kurdistanê jî Talebanî û Barzanî tekezî li ser wê yekê kirin ku, pêwîste aramiya Herêmê bê parastin û ji bo parastina aramî bidestxistina armancên gelê me û vegerandina deverên qutkirî,pêwîste karekî hevbeş di navbera tevaya aliyan de bê kirin.

Di beşek din ya civînê de behsa rêkeftinnameya staratîjî ya navbera YNK û PDK`ê hat kirin û tekestî li kûrkirina hevpeymaniya stratîjî di navbera YNK û PDK de kirin ku ev yeka di berjewendiya tevaya aliyan de ye.

Li gor wan rêkeftinnameyê, asayîş û aştiyê li Herêma Kurdistanê bi hêztir dike  û pişetaniyê dide  hebûn û giraniya Kurd li Bexdadê.

Di heyma kêmtirî du heftêyan de Mam Celal û Mesûd Barzanî carê duyemîn e ku civîna du alî li Hewlêrê encam didin, ku civîna ya beriya niha  roja 25 Nîsan a borî bû.

Piştre Talebanî û Barzanî civînek din bi amadebûna serokê Rewta Sedir Muqteda Sedir encam dan, û paşê civînek a 5 alî jî ya di navbera Talebanî,Barzanî,Sedir,serokê Itîlafa Êraiye û serokê civata perlemenê Ûsame Nucêfî hat encamdan ku têde gengeşe li ser 9 xalan rêkeftin ji bo rizgarkirina aloziya siyasî ya ku di heyva Kanuna Duyemîn de 2011 de li Êraqê dirust bibû hat kirin. Xendan.org

Advertisements