Gallery

Di xwepêşandanên Hewlêrê de 15 kes birîndar bûn

Nûçexane – Xwepêşandanên ku îro li Hewlêrê hatin sazkirin, danê êvarî bêyî kesek bê kuştin, lê bi birîndarbûna çend kes û polîsan ya bi dar û beran, zererên darayî yên li çend cihan bi dawî bûn.

Dirûşmeyên olî li ser dîwarê parlamentoyê nivîsandin

Îro danê nîvro xwepêşanderan ber bi parlamentoya Herêma Kurdistanê ve dest bi xwepêşandanê kirin. Tevî ku serokê lijneya ewqaf û çend parlamenterên din hatin ber deriyê parlamentoyê û ji bo ligel xwepêşanderan baxivin, lê derfet nedan wan. Hinek xwepêşanderan li ser dîwarê parlamentoyê xwe avêtin nava parlamentoyê, lê piştî 15 polîs û çend xwepêşanderan a bi dar û beran birîndarbûyîn, hinek pencereyên pirsgeya parlamentoyê jî hatin şikandin.

Xwepêşanderan li ser dîwarê parlamentoyê dirûşmeyên olî yên wekî; Na bo sêkuleriyê û la îllah he îllilah avêtin. Niha jî tîma paqijkirinê ya şaredariyê bi paqijkirina cadeyan parlamentoyê ve mijûl in.

Zererên Awêze 500 milyon dînar e

Karmendê yaneya xêzanî ya Awêze Hacî Serdar ji Rûdawê re got: “Îro piştî nîvro xwepêşanderan bi dirûşmeyên Ellah û Ekber hatin hundir û agir berdan salonên yaneyê. Herwiha hemû camên pencereyan şikênandin.” Serdar derbarê zereran de jî got: “Em bi diyarkirî nizanin çende, lê nêzî 400-500 milyon dînar zererên darayî li me bûye.”

Yaneya Awêze dikeve ser cadeya 60 metrî ya Hewlêrê. Ji bilî rojên taybet, mey jî li wê yaneyê tê firotin. Hemû beşên yaneyê hatine şewitandin û tevlîhevkirin.

Li ser cadeya 60 metrî û li nêzî yaneya xêzanî ya Awêze, êrişî dikana Bişgar ya firotina meyê hat kirin û bi tevayî hat şewitandin.

“15 xwepêşanderan êrişî Zagros Tv kirin”

Îro beşek ji xwepêşanderan êrişî Zagros Tv kirin. Li gor gotinên parêzvanekî ber dergehê Zagros Tv ku ji Rûdawê re gotî, nêzî 15 xwepêşanderan avêtin ser kanalê û hewl dan biçin nav avahiya kanalê de. Hinek tiştên li ber dergehê kanalê şewitandin.

Heman parêzvanî got: “Piştre hêzên ewlekariyê gihiştin wê derê û ji bo belavkirina wan, gule berdan asîman û rewş kontrolkirin.”

Berî du heftiyan li mizgefa Hacî Bekir Zêrîngir a li bazara Îskan, melayê mizgeftê di gotara xwe ya roja înê êrişî bernameya Zar û Yarî ya kanala Zagros Tv kir. Rûdaw

Advertisements