Gallery

Kurdistana bê Kerkûk ne Kurdistan e!

Nûçexane Nirxandin – Li başûrê Kurdistanê wextê biryardayînê hatiye. Heke serxwebûna Kurdistanê niha neyê îlankirin jî, pêwîstî bi çareserkirina navçeyên nakok heye. Divê hikûmet û serokatîya Herêma Kurdistan bilez û bez çi pêwîst be bikin û biryara xwe bidin. Ev neyê kirin wê Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî û alîgirên wî yên dijminên kurdan bixwazin Kurdistanê dîl bigirin û zilma Sedam û Beesîyan li ser kurdan berdewam bikin.

Dibe ku gelek kes niha bêjîn herêma Kurdistanê ji hêla aborî û ewlekarî ve li gor deverên din ên Iraqê pêş ve çûye û hewce nake mirov ewqas vê rewşê bi xeterî binirxîne. Lê ne wisa ye û her ku diçe Malîkî û dorhêla wî dixwazin hem bi awayê aborî hem jî deshilatî Kurdistanê ji kurdan re teng bikin û vegerin ser dîktatatorîyê û dîsa xwîna kurdan bimijin.

Her ku Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî vê rewşa ku xerabtir dibe pêşbînî dike jî, heta niha tu helwestên dijwar ku bihêlin Malîkî û alîgirên wî paşve gav bavêjin pêk nehatine.

Ev jî dihêle ku, Malîkî bi serdana xwe ya Kerkûkê li ser Kurdan deshilatîyê deyne û bi alîkarîya Îranê ku nû ji wir vegerîyaye hêza leşkerî û aborî li ser navçeyên nakok bicih bike û nehêle Kurd dengê xwe derxin.

Divê hikûmeta herêmê û serokatîya herêma Kurdistanê ligel opozisyonê bi yekîtiyeke xurt van hewldanên dijminane beralî bikin û rû nedin wan. Heger ev neyê kirin ji niha ve divê destê xwe ji Kurdistaneke serbixwe û aram bişon û xwe ji alozîyên hê mezintir re amade bikin.

Her çiqas li herêma Kurdistanê li dijî civîna Malîkî ya Kerkûkê derdikevin jî hêja helwesteke bi zelalî ya hêla kurdan derneketîye holê. Ev jî ne elameta xêrê ye û dihêle ku derdora Malîkî di kiryarên xwe de wêrektir bibe.

Ji ber van sedeman hewceye hikumet û serokatîya herêmê êdî ji xeynî gotin û daxûyanîyên siyasî hêza xwe bi her awayî û yekhelwestîya welatîyên Kurdistanê nîşanî wan bide.

Çûyîna Kerkûkê biciknekirina madeya 140, ne tenê ji bo Kurdistana Başûr ji bo tevahîya Kurdistanê têkçûneke pir mezin e. Dema ev têkçûn pêk were jî navê wî welatî nabe Kurdistan û Kurdistaneke nîvcomayî jî nikare bibe serbixwe û serxwebûna xwe ji dinyayê re ragihîne.

Advertisements