Gallery

SHK: Kerkûk Bajarê Iraqî Nasnameya Kurdistanî ye

Nûçexane – Serokatîya Herêma Kurdistanê di derbarê serdana Nûrî Malikî ya Kerkûkê de daxûyanîyek ragihand û got; ‘Malikî qet behsa cîbicîkirina madeya 140 nekiriye. Bi firandina firokeyan û bi anîna lîwayên taybet nasnameya Kerkûkê nayê dîyarkirin. Kerkûk bajarekî Iraqê û xwedî nasnameya Kurdistanî ye.’

Di daxûyanîya ku bi navê berdevkê Serokatîya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah Osman ve hatîye ragihandin de, rexne li ser serdana Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî tê kirin û tê gotin ku, wî bi serdana xwe ya doh li bajarê Kerkûkê niyeta xwe ya rast ya di derbarê maddeya 140 a destûra Iraqê de eşkere kirîye û xwe ji vê pirsê dûr girtîye û bi tenê balkişandinek jî di derbarê maddeya 140 de nedaye û ji aliyê xwe ve nasnameyek ji bo Kerkûkê daye ku wekî vegerandinek li ser rakêşana meyla hinek şovenîstan e.

Osman di berdewamê de dibêje; Eger birêz Malikî bixwazê kêşeya navçeyên veqetandî çareser bike, li ser wî pêwîste maddeya 140 cîh bi cîh bike û derfetê bide rûniştvanên Kerkûkê da ku çarenûsa xwe destnîşan bikin. Nasnameya Kerkûk bi anîna çendîn lîwayên hêzên taybet û firîna firokeyan bi asmanan da nayê destnîşan kirin.

Dr. Sebah Osman her wiha bal kişand ser nasnameya Kerkûkê û wiha rave kir: ‘Kerkûk bajarekî Iraqiye û nasnameya wê jî Kurdistaniye.’

Advertisements