Gallery

Kurd doza federalizma neteweyî-cografîk ji Îranê dikin

Nûçexane – Di destpêka vê heftiyê de, kongreya neteweyên Îrana federal li Norwecê civîna xwe ya salane saz kir.

Di vê civînê de misogerkirina mafê neteweyên Îranê di çarçoveya Îraneke federal û demokratîk de hat tekezkirin, hêz û aliyên kurdî jî pêkutî li ser federalîzma neteweyî-cografîk kirin.

Nûnerê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Bextiyar Elîyar ku yek ji çar endamên kurd yên kongreya neteweyên Îrana federal e, derbarê civînê de ji Rûdawê re got: “Ji ber rewşa hestyar ya Îran û deverê, me pêdiviya yekîtî û yekrêziya di navbera neteweyên Îranê de tekez kir.”

Bi gotina Bextiyar Elîyar, komîteyek ji 5 kesan ji bo diyalog û danûstandinan bi aliyên farisî û navendîxwazên Îranê re bike, hat pêkanîn: “Şertê serekî ji bo lihevkirina bi her aliyekî îranî re, naskirina pirbûna neteweyan û kongreya neteweyên Îrana federal e.”

Digel ku neteweyên ne faris li Îranê rêjeya herî zêde ya rûniştiyên Îranê pêk tînin û neteweya faris ya li Îranê serdest kêmîne ye, lê heya niha aliyên farisî çi li hundirê Îranê û çi opozisyona derve, pirbûna neteweyan li Îranê nas nakirine û xwe ji mafê neteweyan vedidizin.

Bextiyar Elîyar dibêje: “Dîrokeke dirêj ya ramana navendîxwaz heye û desthilatdarên Îranê hewldaneke zêde ji bo senteralîzekirina Îranê dane, kulturek di nav faris û navendîxwazan de pêk hatiye ku bi mafê neteweyên din yên Îranê nefikirîne û rakirina vê kulturê dem jê re divê. Di vê civînê de me tekezî li ser navneteweyî kirina xwestekên neteweyên Îranê û berfirehkirina pêwendiyên navdewletî kir.”

Kongreya neteweyên Îrana federal di sala 2005an de bi xebat û têkoşîna partiyên kurdî li rojavayê Ewropa hat damezrandin. Armanca vê kongreyê, dabînkirina mafên neteweyên di nava Îranê de di çarçoveya welatekî federal û demokratîk e. Kongre doza federalîzma neteweyî-cografîk ji bo Îranê dike.

Heya niha ti partî û rêxistineke siyasî ya li ser neteweya serdest ya faris beşdarî di vê kongreyê de nekiriye û li dijî federalîzma Îranê ye. Li gor farisan, Îran welatekî tek netewe ye ku çend ziman û zaravên navçeyî di nav de dijîn.

16 partî û rêxistinên siyasî yên neteweyên Îranê di kongreyê de beşdar in ku 4 ji wan li ser neteweya kurd in. Civata edebî û çandî ya kurdên Xurasanê, PDK-Îran, Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadî ya Kurdistanê aliyên kurdî ne ku beşdarî di kongreyê de kirin.

Ji xeynî kurdan aliyên siyasî yên neteweyên Belûç, Ereb, Tirkmen û Azerî jî di kongreyê de beşdar in. Rûdaw

Advertisements