Gallery

Mesrur Barzanî: Provakasyona Malîkî Nikare Kerkûkê ji Kurdistanê Cuda Bike

Nûçexane – Serokê Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê bersiva serokwezîrê Êraqê da û ragehand “Anîna hêzê û ne cî bi cîkirina desturê û fitneyî, Kerkûkê ji Kurdistanê cuda nake.”

Piştî ku serokwezîrê Êraqê di seredana xwe ya bajarê Kerkûkê de di axaftina xwe de teqez li ser Êraqîbûna nasnameya Kerkûkê kiribû, Serokê Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî teqez li ser Kurdistanîbûna nasnameya Kerkûkê kir.

Barzanî li ser malpera xwe ya taybet li tora civakî Facebookê ragehandibû ku: “Anîna Hêz û ne cî bi cîkirina desturê û provokasyonan, Kerkûkê ji Kurdistanê cuda nake.”

Her weha Mesrur Barzanî daxwaz ji hêzên Kurdistanî kiriye ku “Helwesta xwe bidin û dîrokekî tejî serwerî ji parastina yekhelwestî û yekrêzî û berevanî kirin li serweriyên gel û niştiman bo xwe tomar bikin.” Kurdî: Xendan

Advertisements