Gallery

Kamran Bêkes: Li Sûrî Hêza Kurdan Yekdengîya Wan e (VOA +Deng)

Nûçexane – Şandeyeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê jibo serdaneke fermî li Washingtonê ye û hevdîtinên  xwe bi karbidestên Amerîkî û rêxistinên sîvîl û civakî re didomîne.

Endamê vê şandeyê Dr. Kamran Bêkes serdana Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka kir û li ser gelek babetan bersîva pirsên hevkarê me Robîn Reşvan da.

Birêz Bêkes dibêje, heta niha hevdîtinên wan pir baş berdewam dikin û ew alaqeyeke germ ji karbidestên hikûmetê û endamên Kongresê dibînin.

Kamran Bêkes her wiha dibêje Amerîkî bi baldarî guhdarîya daxwazên Kudan dikin û rola wan ya di şoreşa Sûrî de pir girîng dihesibînin

Sîyasetvanê Kurd bibîr tîne ku hêza Kurdan yekdengîya wan e û ew bi hevre bin daxwazên wan bi hêsanî bicîh werin. VOA Kurdî

Ji bo temaşekirina vê hevpeyvînê ji kerema xwe ser vê nivîsê bitikînin.

Advertisements