Gallery

Başkurdistan kuder e, çi kes in?

Nûçexane – Çapemeniya Tirkiyê xwe li Başkurdistanê jî kir xwedî û bi navê Başkurtistan bi nav dikin. Lê dîroknasê herêma Başkurdistanê Gelyamos Sellewat dibêje: “Başkurd Kurd in û divê navbera me de peywendî hebin.”

Başkurdistan di nava sînorên federasyona Rûsye de cih digre. Başkurdistan, ашҡортостан – Başqortostan; Bi Rûsî: Башкортостан – Başkortostan yan jî (bi zimanê gel) Башкирия – Başkiriya) yan jî bi navê xwe yê fermî Komara Başkurdistan. Komareke û girêdayî federasyona Rusya ye. 11ê cotmeha 1991an statuya xweseriyê wergirtiye. Rûpîvana wê 143.600 km2, paytexta wê Ufa û hêjmara nifûsa wê jî 4 milyon e.

Dîroknasê herêma Başkurdistan gelyamos Sellewat (1959 ji dayîkbûye) di hevpeyvînek ligel rojnameya Mîdya hêjmara 289 de behsa dîroka Başkurdistanê dike. Sellewat du pirtûk li ser dîroka kurdan çap kiriye û dibêje: “Ev herdu pirtûk li ser rol û dîroka kurdan a li vê navçeyê ne. Herdu pirtûkan wisan kir ku Başkurd dîroka xwe nas bikin, zanîngeha Başkurdistanê jî biryar girt ku herdu pirtûkan bixe di bernameya xwe ya xwendinê de.”

Tevî ku di çapemaniya Tirkiyê de hatiye belav kirin ku zimanê Başkurdan ê fermî Başkurdî û Tatarî nêzî Türkî ye, lê Sellawat wiha behsa vê yekê dike: “Zimanê Kurdî û Başkurdî nêzî hev in, despêkê wisan dihat zanîn ku em gelekî Îranî ne û ji wê derê hatine vê navçeyê. Lê piştî lêkolînên nêzî 15 salan ji me re derket holê ku Başkurd, Kurd in û heta bajarên navçeya Ural bajarên Kurdî ne.”

Herêma Başkurdistan dikeve aliyê başûrê çiyayên Ural ê navîna Rûsye. Ji sala 1918an ve wekî herêmekî otomon û di çarçoveya Yekîtiya Sovyetê de pêkhatiye û parlamentoya xwe damezirandiye. Gelyamos behsa belgeyên ku îmzeya Lenîn li ser heyî dike û dibêje: “Başkurdistan navçeya yekemîne ku di çarçoveya Yekîtiya Sovyetê de otonomî wergirtiye. Piştre jî Ermenîstan, Ukranya, Gurcîsan û yên din otonomî wergirtin û hikûmeta xwe damezirandin.” Bapîrê Gelyamos, Xebat Yaxevarî ew kes bû ligel Lenîn û Tirotskî peyman îmzekiribû.

Gelyamos wiha behsa dîroka Başkurdan dike: “Dîroka Ereb behsa wê yekê dike ku dema Başkurd li wê derê jiyan dikirin, hê dewleta Rûsye nebû. Ebu Heyyan û çend dîroknasên din ên ereb di pirtûkên xwe de behsa wê yekê kirine ku kurd despêkê li navçeyên Ural jiyankirine û piştre vegeriyan cihê niha yê Kurdistanê.  Piştî Tetar û Mogulî hatin, piştî wê yekê nêzî 200 salan piştre Rûsye pêkhatiye. Çawa Başkurd li wê navçeyê jiyane, wê her wisa bimînin, ji ber wekî xaka xwe dibînin.”

Yekemîn rojnameya Başkurdistan li sala 1922an hêjmara yekemîn derketiye, heta sala 1930an bi tîpên aramî (tîpên erebî) û piştre bi tîpên kîrîlî hatiye nivîsandin.

Herêma Başkurdistan navçeyekî otonome, parlamento û hikûmeta xwe ya taybet heye. Heta wezareta derve jî heye û di destê Başkurdekê de ye.

Li ser pirsa çi belgeyek li ser yek neteweyiya kurd û başkurdan heye, Gelyamos dibêje: “Yek ji belgeyan ewe ku berî 5 hezar salan cara yekemîn li Kurdistanê çandina genim birin navçeya Ural ku berê nebû. Ji bilî vê yekê herdu navên kurd û başkurd heman nav e, ev jî tiştekî giringe. Herwiha başkurd, xwe wekî kurd nas dikin.”

Gelyamos behsa cûdahiya başkurdan ligel, gurcî, ermenî, ukranî û yên din dike û dibêje: “Başkurd li sala 1918an hêza li navçeyê ya herî baş bûn. Lewra Lenîn hat û peyman ligel wan çêkir. Ji bo em ligel artêşa wan hemû navçeyan bixin di bin destê komonîstan de.”

Tevî ku di çapemeniya Tirkiyê de hatiye belavkirin ku Başkurdistan (Bi zimanê çapemeniya Tirkiyê, Başkurtistan) dewletekî otonom a Tirkî ye, lê dema Gelyamos behsa şerê navbera Rûsya û Tirkiyê de dike, derdikeve holê ku ev ne raste. Gelyamos di vê derbarê de dibêje: “Başkurd di dema şerê navbera Tirkiye û Rûsya de ligel artêşa Rûsye şerê Tirkiyê kirine. Wê demê kurdan jî li dijî Rûsya şer dikirin. Ango em yek gel in, me ji bo Rûsya û Tirkiyê şerê hev kiriye. Ji bo ev tişt dûbare nebe, divê herdu alî peywendiyên ligel hev xort bikin.”

Gelyamos diyar dike ku zimanî başkurdî ligel Rûsî li herêmê zimanê fermî ye. Di dibistan û zanîngehan de tê xwendin.

Ufa (Bi Rûsî: Уфа, Ufa; Başkurdî: Өфө, Öfö) paytexta Başkurdistanê ye û bajarê herî mezin e. Hêjmara wê 1,1 milyon e û li Ufa 4 zanîngeh hene. Rûdaw

Advertisements