Gallery

Dîplomatê Amerîkî: Amerîka wê serxwebûna Kurdistanê qebûl bike

Nûçexane – Peter Galbraith, kevne dîplomatkar û şêwirmendê amerîkî, ji bo dema 5 salan (1993-1998) balyozê Washingtonê li Kroatya bû. Ji serê sala 2003yê ve wek şêwirmend ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê kar kiriye, nemaze di nivîsandina destûra herdemî ya Îraqê de roleke berçav lîst. Di sala 2006ê de pirtûkek bi navê “Dawiya Îraqê: Çawa kêmasiyên Amerîkayê şerekî bê dawî dirust kirin” li ser siberoja Îraqê nivîsand û tê de ji Amerîkayê daxwaz dike ku pêwist nake ji bo çêkirina Îraqeke navendî hewl bide, ji ber ku ji zû ve ye Îraq parçe bûye.

Galbraith ji dawiya sala 1970an ve girîngiyê dide pirsa kurdî, nemaze wê dema ku endamê komîteya pêwendiyên derve ya sênata amerîkî bû. Di dema kîmyabarana Helebçeyê, di sala 1988ê de, Galbraith yek bû ji wan kesên rojavayî yên hindik ku haya cihana derve ji vê komkujiyê çêkirin.

Di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re, Galbraith behsa wê yekê dike ku her demeke ku Kurdistan serbixwe bû, Amerîka neçar dibe ku piştgiriyê lê bike û eşkere dike ku wî yekem kompaniya petrolê aniye Kurdistanê.

“Çênebûna dîktatoriyê bi xelkê Îraqê bi xwe ve girêdayî ye”

Rûdaw: Di dema xwe de hûn şêwirmendê aliyê kurdî bûn di nivîsandina destûra Îraqê de, gelo vê destûrê rê li ber derketina dîktatoriyê li Îraqê girtiye?

Peter Galbraith: Destûra nû ya Îraqê hikûmeteke navendî ya lawaz daniye, daku tekezî li ser wê yekê bê kirin ku desthilat di nav gelên Îraqê de (Siiî, Sunnî û Kurd) li Bexdayê bê parvekirin. Herwiha destûr serxwebûneke de facto dide Herêma Kurdistanê. Lewma destûr bi awayekî hatiye dariştina ku êdî rê xweş neke ji bo derketina dewleteke xurt ya navendî ku di dema borî de bûye sedemê derketina dîktatoriyê. Lê ligel vê yekê jî ti destûrek nikare rê li ber derketina dîktatoriyê bigire. Çênebûna dîktatoriyê bi xelkê Îraqê bi xwe ve girêdayî ye.

Gelo destûr li welatên Rojhilata Navîn xwedî girîngî ne, di demekê de ku kesên bihêz dibin desthilat û lojîka hêzê serdest dibe?

Peter Galbraith: Belê, destûr li Rojhilata Navîn xwedî girîngî ne. Lê wek min got, ev girêdayî gel û serkirdeyên wî welatî ye ku kar bikin ji bo cîhbicîhkirina destûrê.

Vêga pirsgirêkeke mezin ya siyasî li Îraqê heye û aliyên siyasî Malikî bi binpêkirina destûrê gunehbar dikin. Bi raya we destûr li Îraqê hatiye binpê kirin?

Peter Galbraith: Eşkere ye ku Malikî destûrê peyrew nake û cîhbicîh nake. Ew rêza mafên Kurdistanê nagire, nemaze di meseleya samanên xwezayî de. Herwiha Malikî ew referandûma ku li gor destûrê divê li bajarê Kerkûkê û navçeyên cîhê nakokiyê bê kirin, nekir.

 

Niha serokayetiya Herêma Kurdistanê bi awayekî eşkere Malikî rexne dike ku takekesiyê dike û dest daniye ser hemû post û dezgehên girîng û serwerî yên Îraqê, û destûr binpê kiriye. Bi raya we ev rexnegirtina Kurdan di cîhê xwe de ye?

Peter Galbraith: Belê, ev rexneyên Kurdan rast in û di cîhê xwe de ne.

“Kurd razî bûn di çarçoveya Îraqê de bimînin”

Barzanî dibêje Malikî demê dikuje û pirsgirêkên girîng ên Kurdan, wek pirsa navçeyên cîhê nakokiyê, maddeya 140ê û pirsa petrol û pêşmergeyan, çareser nake. Barzanî dibêje eger her wiha berdewam be, ew li raya gelê Kurdistanê vedigere. Gelo ev destûr mafê cudabûna ji Îraqê dide Kurdistanê?

Peter Galbraith: Kurd li ser bingeha vê destûrê razî bûn ku di çarçoveya Îraqê de bimînin. Eger hikûmeta Bexdayê erkên xwe di wê peymanê de nebe serî, wê demê bingeha ku beşdarbûna Kurdan di nav Îraqê de didomîne, li holê namîne.

Gelo di dema nivîsandina destûrê de we hest dikir ku maddeya 140ê û pirsa pêşmergeyan digihin rewşa niha û nayên çareserkirin?

Peter Galbraith: Min zanibû ev mesele pirr dijwar dibin, ji ber ku hizrîna kesên ku Îraqeke navendî dixwestin, qet nehat guhertin. Lê ez bi wê hêviyê bûm ku destûr bê pêrewkirin û cîhbicîhkirin.

Di serdema serxwebûna welat û gelên li Balqanê de hûn balyozê Amerîkayê bû. Gelo niha demeke baş e ji bo cudabûna Kurdistanê ji Îraqê?

Peter Galbraith: Erê, ji ber ku ev 90 sal in Kurd Îraqê tecrûbe dikin û ji wê demê ve Îraq her ji wan re xerab bû. Ez tiştekî girîng fêr bûm ji wan salên ku li navçeya Balqanê bûm. Ew jî ew e ku tiştê xerabtir ji wê yekê ku tu welatekî parçe bikî, ew e ku tu xelkê neçar bike li dijî xwesteka xwe di welatekî de bi hev re bijîn.

Bi raya we astengiyên li pêşberî serxwebûna “Kurdistana Îraqê” çi ne?

Peter Galbraith: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî karibûn astengiyên herî girîng li pêşberî serxwebûna tekûz ji nav bibin, ew jî bi çêkirina pêwendiyeke xurt ya siyasî û aborî bi Tirkiyeyê re. Herwiha wan pîşesaziya petrolê li Kurdistanê ava kirin û veberhênerên navdewletî anîne Kurdistanê ku ev jî bingeheke aborî dide serxwebûnê. Herwiha ew yek jî selmandin ku li Îraqê û li vê devera aloz Kurdistan tekane hevalbenda dilsoz û demokratîk a Amerîkayê ye.

“Ti hevalbendekî Amerîkayê ji Kurdan baştir nine”

Hûn di wê baweriyê de ne ku Amerîka piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike?

Peter Galbraith: Bi giştî Amerîka piştgiriya rewşên de facto dike û dixuye ku piştgiriya cudabûnê neke, heya wê dema ku rû dide. Ti hevalbendekî Amerîkayê ji Kurdan baştir nîne, lewra ti alternatîveke din li pêşberî wê nabe ji bilî ku serxwebûna Kurdistanê qebûl dike.

Serkirdeyên kurd pirr kêfxweş in bi hatina Exxon Mobil ji bo ku hilberînê di sektora petrolê ya Kurdistanê de bike. Raya we çi ye?

Peter Galbraith: Ev mezintirîn amaje ye ji bo pesendkirina pîşesaziya petrolê ya Kurdistanê, ku mezintirîn kompaniya petrolê ya cihanê hatiye karê hilberînê di vî warî de li Kurdistanê bike.

Hûn siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê çawa dibînin?

Peter Galbraith: Ev siyaset xewna kevn ya xwebirêvebirinê dike rastî û qezenceke zêde jî ji xelkê Kurdistanê re misoger dike.

“Min yekem kompaniya petrolê anî Kurdistanê”

Kurd bi giştî ji ber helwestên we ji we hez dikin. Lê berî sê salan navê we di peymaneke petrolê de wek gendelî ji aliyê rojnameyeke rojavayî hat behskirin. Gelo ew mijar gihişt kû derê?

Peter Galbraith: Berî sala 2004ê Kurdistanê bi tevahî pişta xwe bi Bexdayê û hevkariya derveyî girêdabû. Ez alîkar bûm ku yekemîn kompaniya petrolê bînim Kurdistanê û di encamê de jî niha pîşesaziyeke geşbûyî ya petrolê ya Kurdistanê heye. Ji bo cara yekê di dîrokê de gelê Kurdistanê qezencê ji çavkaniyên xwe dike û jêderên hikûmeta Kurdistanê jî hene ku karûbarên xwe bi wan birêve bibin. Hinek medyayên rojavayî karên min rexne kirin, ji ber hêjî baweriya wan bi wê ramana îflaskirî heye ku pêwist e Îraq dewleteke navendî be û tê de hemû tişt ji aliyê Bexdayê bên kontrolkirin. Ez şanaziyê bi rola xwe dikim di avakirina Kurdistaneke ku jiyaneke xweş lê heye û xwe birêve dibe. Rûdaw

Advertisements