Gallery

Îsraîl wê yek ji welatên ewil be ku Kurdistanê nas bike

Nûçexane – Çend şareza û pisporên siyasî yên îsraîlî radigihînin ku her dema ku Kurdan serxwebûna xwe ragihandin, dewleta Îsraîlê dibe yek ji wan dewletên ku piştgiriya vê gavê dikin. Lê di baweriya wan de nabe Kurdistan di ragihandina serxwebûnê de lezê bike, lê hino hino ji bo vê yekê kar bike.

Kurdistana Serbixwe

Heftiya borî lêkolînvana siyasî Ofera Bingeuo, ji navenda Mushy Dayan a îsraîlî ji bo lêkolînên li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn, û nivîskara pirtîka “Kurdên Îraqê: Çêkirina dewletekê di nav dewletê de” gotarek li jêr navê “Gelo Barzanî Kurdistana serbixwe radigihîne” di rojnameya ”Jerusalem Post” ya îsraîlî de, ku bi zimanê îngilîzî tê çapkirin, belav kir û tê de behsa astengiyên ku li ber biryareke wiha hene, dike. Di destpêka gotara xwe de Ofera Bingeuo dinivîse: “Tevdana pirsa serxwebûna Kurdistanê Barzanî rastî du rêyan tîne, yek ji wan ew e ku dixuye niha dema herî baş e ji bo vê biryarê û rêya din jî ew e ku hêjî gellek astengiyên mezin li ber vê biryarê hene.” Navborî di gotara xwe de behsa raporeke rojnameya El-Heyat ya Londonî dike ku qaşo berpirsê dezgeha sîxuriyê ya amerîkî CIA, David Petraeus, ji Enqereyê daxwaz kiriye ku piştgiriya ragihandina serxwebûna Kurdan bike.

Alan Ben Mer, profesorê pêwendiyên navdewletî û Rojhilata Navîn li zanîngeha New York, ku Cihû ye, dibêje ti pirsgirêka Îsraîlê bi ragihandina dewleta kurdî re nabe û dibe ku piştgiriya wê jî bike: “Bêguman Îsraîl piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike û dibe ku yek be ji dewletên yekem yên ku bi awayekî fermî serxwebûna Kurdistanê nas dikin, ji ber ku Îsraîl êdî xema dilgiraniya Tirkiyeyê naxwe, ji ber wê pêwendiya bihêz ya Enqereyê ligel Herêma Kurdistanê.”

“Ji Başûrê Sûdan û Filistînê pêşketîtir e”

Ofera Bingeuo pêşniyar dike ku divê berî her tiştî jêrxane, yan jî bingeha dewletê, bê amadekirin û li benda derfeteke baş ji bo ragihandina serxwebûnê bê rawestandin: “Eger em li rewşê binêrin, em dikarin bigihin wê baweriyê ku gellek çavdêrên din jî behs kirine ku hemû xisletên dewletbûnê li Kurdistanê hene. Heya li hinek navçeyan wisa diyar e ku pirr ji Başûrê Sûdanê û Filistînê pêşketîtir e.”

Ofera Bingeuo qala wan astengiyan dike ku li pêşberî ragihandina serxwebûna Kurdistanê derdikevin, wek pêbendiya Kurdan bi destûra Îraqê û piştgirêdana siyasî û aborî ya Kurdan bi Bexdayê re û herwiha acizbûna welatên derdorê, nemaze Tirkiyeyê ku bûye deriyê jiyanê ji bo Herêma Kurdistanê û dergehê serekî yê Herêma Kurdistanê bi cihana derve. Ofera Bingeuo herwiha dibêje ku krîza niha di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de jî dibe ku alîkar be ji bo ragihandina serxwebûnê. Rûdaw

Advertisements