Gallery

Roja Dayikan Pîroz Be! (Helbest: Dayik Bê Roj in)

Nûçexane – Roja Dayikan bi taybetî roja dayîkên Kurdistanê ku gelek êş û zehmetî di ber zarokên xwe de kişandine, bendewarîya wan kirine û bi destê xwe di goristanan de ew bicihkirine pîroz be. Bi hêvîya ku dayikên kurd bes êş û janê bijîn û bi bextewarî zarokên xwe hembêz bikin.

Fermo ev helbest ji bo we ye:

‘Dayik bê roj in’

DAYÊ!

bi zayînê re şewqa xwe
bi çirûskên êgir avêt nav jiyana bêbext
destekî kedkar
bi ser laşê ji xwînê sor bûye ve
bi dilekî hevrîşimî vedida
parçeyek ji kezeba bi şewat wer bûbû
nav şêniyên bê hejmar
bi dilgermî ew didanî ser sîngên xwe yên vejînî
bi hestên zindî diket xewa şêrîn
bi hêviyên xeyalên duwerojên pêknehatî ve
ji niha û pê ve ew ne kesek bû
yek jî bi hêviyên xwe mezin dikir
parçeyê xwe yê bêyî nake
ji heriya pêşiyan
li daristanên bê dar mane dimeyand
roj bi ser hev de diqulibîn
meşê destpêdikir ya jiyanê
hawîrdor biyan
tenê tu hebûyî bi vedana xwe ya hevrîşimî
li ber serê min sekinî
lorînên ku min ji wî giriyê zarokane dûr dikirin
bi xewên ji xewnan dagirtî ve dibirin
hêdî jî be bûn ziman ji devê sîngalîs re
mijulahiya min bi te destpêkir ‘YADÊ’
bi bîreweriyê re tenê tu hebûyî li cem min
bi pirsên aware min serê te pir diêşand
lê te bi nermahiya bayê biharê
sebra min dikişand
ma ji bîr diçe ew rojên ku
bi sabûnên bîndar
di nava teşta lekî ya qetiyayî de

te serê min dişûşt

belê DAYÊ!

te ji xwe re lehengek an jî rizgarkerek di afirand

di wan rojên bibîrhatî de
ma beredayî bû ew dilovaniya te
ya ji ramanên xwedayî
ku bi hewara min ve dihat
na DAYÊ na!
her ku mezin dibûm
bi baweriya te ya ji dilê safî
diherikîm ji der hembêza kezebşewêt
di şevên derengmayî de dibûm mitale
ku çavên ji hêsiran zû şil dibûn
li rê diman
lewre jiyan li derve bi awayekî din diherikî
bi hemû şida xwe ya guhartok
wext bê wext bû
ez ku hê zarokê doh bûm
min hejmara rojên xwe yên dîtî
di ramanên aloz de ji bîr dikir
heval
xwendin
pênûs
lênûs
û çi yê din li van kim
pere û têgînên din ên ragihandinê
di hişê min de
wek muristangan digeriyan

tê bîra min DAYÊ!

ma ne tu bûyî di civatên jinan de
li ber tenûrê
bi destên xwe nan lêdixist
û bi wî zimanê xwe yê şêrîn jî
pesnê lawê biçûk ê ku ji mêj ve mezin bû dida
ez ji ku zanibûm!
sedemên hemû êşên serê te ez im DAYÊ
her şev li kolanên bajarê ku bîna giran
a mirinên bêwext jê difûriya
bi hevaldoşên xwe re dimam
ta ku min şev pîr dikir
ax û wax DAYÊ!
qey ji ku zanibûm
tu di tarîtiya şevên bê hîv de
li şibakeya malê li benda min î
dereng têgihîştim dereng
qaşo mezin dibûm
li wê wargeha bêwar mayî
hişê min li ser tiştên aware bû
yên bi balixbûnê re tên
ketibû nav têkiliyên ji te dûr
ango tu ne dihatî bîrê
na na ne wilo tenê bû
jiyana bi ser min de digeriya
lewre hin hestên nû şîn dihatin
di wî temenê -xwedêgiravî mezin- de
kûçe û kolanên bêber
ji berê ve dibûn şahid
ji hêsirên dayikên kezebşewêt re
yek bi yek bardikirin ji nav me
birayên me yên ji ciwaniya xwe bêparmayî
ku dibûm mêvan li civatên dorxweyî re
‘mirin sar e dijmin har e’
wek peyvên veşarî
bi piste pistekê
bi leza guleyên noker
li ber guhan diket
lepên min ji bêçarî dihatin şidandin
diranên min li hev diketin
dilerizîm YADÊ dilerizîm bê hemdê xwe
çi bikim sor dibû rengê erdê
parçe ji kezebê bûn diçûn
êdî hejmara rojên dîtî zêde dibû
ramanên aloz bi peyvên dîtir jî dihesiyan
pênûs
lênûs
pere û hwd.
bêwate dibûn
peyva ‘YADÊ’
bi qîrîn êşa kolanan ve dihate girêdan
bi çend hêlan hatibûm pêçan nizanim
lê her serpêhatiyek dibû kujerê min
ez ji te direviyam
tu li du min bûyî bêrawestan
bêguman
bi kamilbûnê re pê hesiyam
ku du rih di rihekî de hatibûn hewandin
dûrbûn û dûrkirin bû
bi ya min di rastiyê de
dil ê te bû
can bi te bû
tu sîwanî YADÊ
hê  jî li ber serê min
min pir te êşand
di hemû rojên li bendê mayî de
paşila te her sitar ma ji bo rojeke vegerê
çavên ku ji hêsiran kulbûne
bi çirîskên stêrên şemîtok tên
roj dibûhurin
tu bi hêvî yî dizanim
ku nebînî tu bê rojî DİYA min
27 Nîsan 2001-Stenbol / Salih Turan
Advertisements