Gallery

Cejna zimanê (Kurdî) bê xwedî pîroz be! (Demhat Dêrikî)

Nûçexane – Roja destpêka weşana Hawar a Mîr Celadet Alî Bedîrxan (15 Gulan 1932) Roj û ‘Cejna Zimanê Kurdî’ ye.

Ev roj ji sala 2006an ve wek ‘Cejna Zimanê Kurdî’ bi çalakî û xebatên li ser ziman tê pîrozkirin.

Di destpêkê de ev roj tenê wek rojekê dihat pîrozkirin. Niha pîrozbahiya ‘Cejna Zimanê Kurdî’ bi civîn, komcivîn û curbecur çalakiyên din ên li ser ziman û wêjeya Kurdî hefteyekê dom dike.

Demhat Dêrikî (Cejna zimanê (Kurdî) bê xwedî pîroz be!)

Bi dilekî şikestî û xemgîn cejna zimanê (Kurdî) bê xwedî pîroz be! Li min bibore dayê (ziman) ku di roja cejna (14-15-16′ Gulan) te ya pîroz de dilê min dane ber şûr û xencerên kuh!

Û siwarbazên van êrîşbazan ne Tirk, ne Ereb û ne Fers in. Ew jî ji malzaroka te hatine bûne xwediyên zimanên ji bilî te.

Lê dayê were li vê ecêbê, pênûsa ji bilî pênûsa te tûj dikin, peyvên gulgulî û hevokên ji bexçeyên xelkê ser rûpelan dixemilîn û di heman demê de dikin qîr û hawar û dibêjin; “Dewletên weku Tirkî, Îran û Sûrî mala zimanê me xirabkirin, zimanê me dikujin, talan dikin, rênadin em bi zimanê xwe biaxivin.”

Çi ecêbe!

Lê her ew kes in di sazî û dezgehên xwe de piyalên Tirkîtî, Erebtî û Ferstî di dem û şevên serxweşiyê de bilind dikin û dibêjin; “Yabo weleh bi Kurdî evîn, seks, hezkirin, welatparêzî, têkilî, azadî û serxwebûnî nayê kirin.”

Tew mala bavê şemlanê…

Şemê bira zewicand, qaşo ev ew in yên ku dibêjin ‘ji bilî me tu kes xwediyê ziman nîn e’ û zimanê xelkê ji bo xwe qublegeh dibînin.

Ne tenê ev dayê, li ser vê mîrata facebookê em bi sed hezaran zarokê te hene, lê em nikarin sed hezar carî xwedî li navê te derkevin.

Îcar dayê, di vê roja pîroz de destê te maç dikim, dilê xwe ji me negire ji ber ku rastiya me ev e.

Di dawiyê de cejna hemû zimanhezên Kurdî, evîndarên zimanê Kurdî ku di her kêliyê de xwedî lêderdikevin pîroz dikim û hêvîdarim zimanê Kurdî jî bibe xwediyê yek rêziman û xwedî li ziman bê derketin….

Demhat Dêrikî / Ji rûpela Facebookê

Advertisements