Gallery

ASÎVA’ya 4’an bi mijara Kovargerîya Kurdî derket

Nûçexane – Kovara ASÎVA ku ji alîyê Xwendekarên Zanîngehên Enqerê ve tê derxistin, rûpelên hejmara xwe ya çaran ji lêkolîn û nivîsên ser kovargerîya Kurdî re terxan kir.

Kovara ASÎVA ya ku ji hêla xwendekarên kurd, ên zanîngehên li Enqereyê dertê hejmara xwe ya çaremîn derxist. Xebatkarên kovarê bi tevahî ciwan û xwendekar in. ASÎVA bi du zaraveyên kurdî (kurmancî-kirmanckî) weşanê dike. Di vê hejmarê de dosyeyekî dewlemend hatiye amadekirin, kovargeriya kurdî mijara vê dosyeyê ye û bi gelek nêrînên cuda li mijarê hatiyê nêrîn. Kovargeriya kurdî bi nivîsên dewlemend hatiye nivîsandin û nirxandin. Ji bilî dosyeyê nivîsên li ser dîrok, wêje, raman hwd. hatine amadekirin. Koma kovarê di hejmara çaremîn de, di giyan û kesayeta Mîr Celadet Elî Bedirxan de “cejna zimanê kurdî” pîroz kirine. Di nava du-sê rojan da kovar wê li gelek bajaran bê belav kirin. Ên ku dixwazin kovarê bi dest bixin û nivîsên xwe bişînin ji kovarê re, dikarin li ser navnîşanên li jêr xwe bigihînin xebatkarê kovarê.

NAVEROK’a HEJMARA ÇAREMÎN
3- Ji Edîtor
4- Kurdên Yekîtiya Sovyet/Trans- Qafqasiya- Heqî DIJE
6- Xopana Mexmûr – Elîfxan
8- Helbest – Hoseynrezayê MORADÎ – werger Fatîh OZTURK
9- Melayê Cizîrî û Dîwan – Hakan ALTUNÇ
12- Gotinên Pêşiyan – Erkan TURAN
14- Bike, Bêje – Occo MAHABAD // Bihar – Mewlud OGUZ
15- Kevirê Sebrê – Azîz TEKÎN
16- Feqiyê Teyran û Zanistî – Fehîm IŞIK
19- Dilşikestî – Hacer OGUZ // Tenê – Hasîp EKÎN
20- Tevgera Fundamentalîst Hîzbullah (I) – Çetîn LALE

DOSYE :
Kovargeriya Kurdî // Kovargerîya Kurdkî

24- Destpêka Kovargeriya Kurdî – Mekî EKÎN
29- Hawar û Ekola Hawar’ê – Cîhan AYDIN
31- Kurdî : Dijwariya Jiyanê – Feratê DENGIZÎ
34 – Bi ÎRFAN AMÎDA’yî re hevpeyvîn – M.Salih BATIRHAN
39 – Kovara Tîrêj – Bîlal ZÎLAN
40 – Kovargeriya Kurdî û Çend Pêşniyarên Dilnizm – Ferzan ŞÊR
42 – Li Ewropayê Kovargeriya Kurdî – Lokman POLAT
44 – Bi Kovargerîye Fîkrê Neteweyî – Hayrî YAŞAR
46 – Kovargeriya Li Herema Duhok û Behdînan’ê – Nizar BÊCAN
47 – Di Kovargeriya Kurdî de Rewşen – Rêdûr DÎJLE
49 – Kovara Çirûskê – Janez SAR
51 – Edebiyatê Modern yê Kirdkî – Roşan LEZGÎN
58 – Li Ser Kovargeriya Kurdî – Kovara WENDA
59 – Nûbihar û Mîsyona Wê – Suleyman ÇEVÎK
61 – Kovargeriya Bakur – Berfo BARÎ
63 – Xebata Kovergerî – Zerrweş XODÎ

Advertisements