Gallery

Komkujîya Roboskê; Îstixbarat Ji Amerîka Biryara Operasyonê Ji Tirkîyê

Nûçexane – Rojnameya Amerîkî ya bi navê Wall Street Journal xwe gihand berpirsekî Wezareta Parastina Amerîkayê û derbarê îstîxbarata kuştina 34 xortên Kurd de hin agahîyên nû belav kir.

Li gor rojnamê çavkanîyên Amerîkî cara ewil piştrast dikin ku, operasyona Qilebana Şirnexê li ser îstixbarata Firokeya Bêmirov ya wan pêk hatîye, lê dîsa tê bibîrxistin ku biryara operasyonê ji alîyê Tirkiyê ve hatiye dayîn.