Gallery

Kurdî-Der’ê Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Kir

Nûçexane – Navenda Giştî ya KURDÎ-DERê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonek pêk anî. Serokê Giştî yê KURDÎ-DERê Burhan Zorooglu diyar kir ku ger ew bixwazin bersivekê baş bidin dagirkeran, pêwîste bi kurd biaxivin, bi kurd binivîsînin û bi kurd bixînin.

Navenda KURDÎ-DER’ê, bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li salona resepsiyona navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwîn resepsiyonek pêk anî. Parlamenterê BDPê yê Bidlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Burhan Zorooglu û reveberên wê, Rêveberên BDP’ê, xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat û ji Herêma Kurdistanê jî gelek zimanzan, mamostayê kurdî û dayikên aştiyê amade bûn. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Burhan Zorooglu li ser giringî û wateya zimanê kurd axaftinek kir û got: “Zimanê mirov nasname û netewa zimanê mirovane. Pêwîste fonksiyona ziman bê famkirin. Kesên dagirker wextê dixwazin miletekê tune bikin. Di serîde dest diavêjên zimanê wî û zimanê wî qedexe dikin. Ji bo vê xwedî derketina zimanê kurdî giringe. Ger em bixazin bersivekê baş bidin dagirkeran pêwîste em bi kurdî biaxivin, bi kurd binivîsînin û bi kurd bixwînin.”

Zorooglu anî ziman bi dewle sere tekoşîna azadiya kurdan zimanê kurdî gihiştiye asteke herî bilind û wiha got: “Zimanê kurdî xwedî dîrokeke giring e. Ne gengaze zimanê kurdî were ji bîr kirin. Ji bo wê pêwîste di destûra nû de cih ji zimanê kurdî re were dayîn.”

‘Ziman mifta netewîtiyê ye’

Piştî Zorooglu, parlamenterê BDPê yê Bidlîsê Husametîn Zenderlîoglu jî axivî û da zanîn ku ziman mifta netewîtiyê ye, şeref û rûmeta gelane û wiha got: “Loma jî kesên êrîşkar di destpêkêde êrîşî ziman dikin. Gelek zor û zehmetî li ser zimanê kurdî hatiye meşandin. Di her qadê de ji bo zimanê kurdî were ji bîr kirin, hikûmet her tiştî dike. Lê îro ger em bi ziman ê xwe di axivin, ev bi dewle serê tekoşîna gelê me û dayîkên me ye. Heta dayîkên me hebin, dê zimanê me jî hebe. Ji bo wê em dixwazin zimanê kurdî di cihanê de bibe zimaneke neteweyî.”

Ji bo xwediderketina ziman plaket dan

Piştî axaftinan sîneviyona ku li ser giringiya perwerdeya zimanê kurdî hat pêşan dan û plaketên ji aliyê TZP-KURDî ve hatibûn amade kirin, pêşkêşî xwediyê wan hatin kirin. KURDÎ-DERê ji ber li xwediderketin û parastina zimanê kurdî plaket dan Rojnameya Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Parlamentera BDPê ya Qersê Mulkiye Bîrtanê, ji bo hezkirin û parastina kurdî ya her dem Memduh Çelik, ji bo hişmendiya parastina kurdî Serdal Karataş û Ahmet Ek xelat wergirtin. DİHA / Rûdaw

Advertisements