Gallery

Meclîsa Tirkiyê Daxwaznameya 12ê Îlonê Piştperde Kiriye

Nûçexane – Di rûniştina doza 12’ê Îlonê ya li 12. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê pêkanîn de, aşkere bû ku Meclîsa Tirkiyeyê beriya 12 salan daxwaznameya “Bila derbekarên 12’ê Îlonê bên darizandin” hatiye wenda kirin.


Endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Baroya Îzmîrê Arîf Alî Cangi, Hulya Uçpinar, Mehmet Nur Terzî, Ercan Demîr û Noyan Ozkan jî di nava wan de 35 parêzerî di 15’ê îlona 2000’î bi armanca ku daxwaznameyekê ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re bişînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da. Daxwaznameya ku 12 sal berê hate dayîn de hate xwestin ku endamên demê yê MGK’ê Kenan Evren, Tahsîn Şahînkaya, Nejat Tumer, Nurettîn Ersîn û fermandarên din bên darizandin. Sûcdarî jî, li hemberî xala 147’emîn ya TCK’ê îşkence, kuştin, gef, girtin û binpêkirin.

DADGEHA BILIND ŞAND JI SEROKATIYA MECLISÊ RE

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ê demî Vural Savaş di 27’ê îlona 2000’î de şand Serokatiya meclisê. Li gorî daneyan daxwazname di 3’ê cotmeha 2010’an de li Serwîsa Evrakan a ku dihat Meclisê de bi hejmara 17256 hatiye qeydkirin. Li vir jî sewqî Midûriyeta Biryar û Qanûnê hatiye kirin.

HERÎ DAWÎ LI BA KOMÎSYONA MAKEQANÛNÊ HATIYE DÎTIN

Midûriyeta Biryar û Qanûnê jî di heman rojê de bi hejmara 6904’ê daxwaznameyê dişîne Komîsyona Makeqanûnê. Ev 12 sal e aqibeta daxwaznameyê nayê zanîn. Ev yek jî di 12’emîn Dadgeha Cezaya giran Enqereyê di doza 12’ê îlonê de aşkere bû.

Li ser serlêdana serokê navenda EDP’ê parêzer Arîf Alî Cangi, dadgehê daxwaznameya ku mijara gotinê ye ji Meclisê pirsî. Bersiva ku ji meclisê hatiye dadgehê wiha dibêje: “Hatiye tespîtkirin ku daxwaznameyê hewaleyê Komîsyona Edeletê kirine. Lê di encama lêkolîna Komîsyona Makeqanûnê de belgeyek wisa nehatiye dîtin.” ANF Kurdî

Advertisements