Gallery

Rejîma Îranê du ciwanên Kurd kuşt

Nûçexane – Hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê du ciwanên din ên Kurd kuşt. Hate ragihandin leşkerên rejîmê şeva din li Serdeştê gulle li ciwanê Kurd Rehman Dilsoz reşand û jiyana xwe ji dest da. Her wiha, di heman rojê de leşkerên rejîmê gulle li ciwanê Kurd ê endamê PDK-Îranê Yusif Marifî reşand û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên ewlekariya rejîşa Îranê şeva 15’ê gulanê li bajarê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê gulle li ciwanê Kurd ê bi navê Rehman Dilsoz reşand û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya servîsa Kurmanciya Jêrîn (Soranî) ya ANF’ê, demjimêr di 12.45 de hêzên ewlekariya Îranê li Serdeştê gulle li Rehman Dilsoz reşandin û kuştin. Hêjayê gotinê ye ku Dilsoz bavê du zarokan e û 26 salî ye.

Li gorî nûçeya malpera Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) hêzên ewlekariya rejîmê gulle li endamek ê PDK-Î yê bi navê Usif Merûfî reşandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku yê ji Şinoyê xwedî malbat e û ji bo debara xwe giya û pincar li çiyê kom dikir û difirot. ANF KURDÎ

Advertisements