Gallery

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê ye

Nûçexane – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîvan Barzanî bi seredaneke fermî gihîşte paytexta Tirkiyê Enqerê.

Li gor nûçeyeke malpera Today Zeman ya Tirkî, tê çaverêkirin ku Nêçîrvan Barzanî li çend rojên pêş de civînên cuda li gel Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu re bicive.

Her weha li gor zanyariyên çavkaniyê, ejindeyên seredana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê pirsa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK`ê) û rewşa aloz ya Sûriyê û her weha geşkirina peywendiyên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê bigre nav xwe.

Malperê diyar kiriye ku başbûna peywendiyên Tirkiyê digel Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku peywendiyên Tirkiyê digel hikûmeta navendî ya Bexdadê û Serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî berve aloziyê ve çûye.

Piştî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li meha nîsanê dest bikar kiriye, eve yekemîn seredana xwe ya fermiye bo derveyî welat. Kurdî: Xendan

Advertisements