Gallery

Spor / Kurdistan 3 – Morîtanya 1

Nûçeane – Tîma fûtbolê ya Kurdistanê, di çarçoveya şampiyoniya navdewletî ya Filistîn û di yekemîn yariya xwe navdewletî de, li tîma Morîtanya bir û serkeftinek girîng bi dest xist.

Di roja duyemîn a hevrikiyên şampiyoniya navdewletî ya Filistînê li bajarê Bîre de, tîma Kurdistanê li yarîgeha Macid Esed, bi tîma Morîtanya re lîst.

Di yariyê de, tîma Kurdistanê bi encama 3-1 li Morîtanya bir û yekemîn serkeftina xwe di şampiyoniyê de bi dest ve anî.

Yekemîn gola Kurdistanê ji aliyê lîstikvanê Morîtanya ve hat lêdan, gola duyem ji aliyê Karzan Ebdula û ya sêyem jî ji aliyê Beyar Ebûbekir ve hat lêdan. Gola Morîtanya jî ji aliyê Îsmaîl Ceksî ve hat lêdan.

Hat zanîn, tîma Kurdistanê dê roja şemiya bê bi tîma Endoneziya re bilîze. AKnews

Advertisements