Gallery

Hovîtîya Îranê: 16 kes di rojekê de hatin darvekirin

Nûçexane – Hat ragihandin ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê 16 girtiyên li Girtîgeha Yezid bi dar ve kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, her 16 girtiyên ku nehat zanîn bi çi tên tawanbarkirin, ji bo pêkanîna cezayê wan, li hucreyên girtîgehê hatibûn bicihkirin. Hat ragihandin ku her 16 girtî îro beriya nîvro hatin darvkirin.

Li gorî daneyan, rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji serê salê ve herî kêm 250 kes bi dar vekiriye. Îran di warê darvekirina mirovan de piştî Çînê, di cîhanê de welatê yekemîn e. ANF Kurdî

Advertisements