Gallery

Li Helebçeyê Gorîstaneke komî hate dîtin

Nûçexane – Li gor zanyariyên ku hatine bi dest xistin li bajarê Helebçeyê gorreke bikom ya serdema kîmyabarana Helebçeyê hatiye dîtin û termê 40 kesî li xwe digirê.

Qeymeqamê Helebçeyê Goran Edhem ji Xendanê re ragehand ku piştî ku ew ji aliyê kesekî ve hatine agahdar kirin ku gorrek bikom li çiyayê Balambu heye, îro me seredana wî cîhî kir.

Edhem got: Piştî ku em gihîştin deverê me beşek ji goran vekir û derket holê ku ew goreke bikom e.
Qeymeqamê Helebçe amaje bi wê yekê da ku li gor zanyariyên ku ji wî kesî gihîştiye destê wan di wê gorê de termê 40 kesî heye û piraniya wan jin û zarok in.

Goran Edhem got: Me bi fermî daxwaz ji wezareta karûbarê şehîd û enfalkiriyan kiriye ku bi lez û bez tîmekî xwe bişînin Helebçe bo vekirina ew gora bikom.

Navbirî ev jî aşkira kir ku bi dîtina vê gorîstana bikom, hejmara gorîstanên bikom li sînorê Helebçe ku hatine dîtin dighîje 29 gorên bi kom û piraniya van goran yên serdema kîmyabarana bajêre ya sala 1988`an e. Xendan.org

Advertisements