Gallery

Parlementerê Tevgera Sedr: Malikî û lîsta wî fitnegêr in

Nûçexane – Parlementerê Iraqî yê ser bi lîsta Ehrar a bizava Sedr Muhemedreza Xefacî, serok weîzrê Iraqê Nûrî Malikî bi darijtina pilan bo kodetayê tohmetbar dike. Xefacî herwisa Malikî bi ´Fitnegêr û têkderê mala Kurdî´ wesif fike.

Parliyamenterê Iraqê yê ser bi tevgera Sedr Muhemedreza Xefacî, rexneyên tund li Nûrî Malikî serok w ezîrê Iraqa federal digire. Muhemedreza Xefacî, Nûrî Malikî tohmetbar dike ku dixwaze bi zora hêz di desthilatê de bimîne û her dema ku bawerî jê bihê wergirtin, ewê demê li gor gotina wî, ´fitneya navxweyî´ di navbera endamên lîstên siyasî de dirust dike.

Evî parliyamneterî yê ser bi tevgera Sedr di hevpeyvînekê de li gel ajansa Kul – Eliraq weha jî aşkira kir, ku ´´ Nûrî Malikî bi rêya çend grûpên ser bi wezareta bergirîyê ve ku girêdayî wî bi xwe ne, herwisa bi rêya dirustkirina çend fewcên leşekerî bi hênceta parêzvanîkirin li wî û herwisa gorankarî di serokên firqeyên supayê de û danîna efserên alîgirên xwe, niyeta pilangirêyeke metrisîdar heye.´´

Xefacî herwisa dide xuyakirin, ku endamên lîsta Dewleta Qanûn a bi serokatîya Nûrî Malikî di ewan demên dawîyê de, rolê ´fitnegêr+ di navbera Celal Talebanî serok komarê Iraqê û Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê de leyîztine.´´

Xefacî bo evê gotina xwe radigihîne, ku bi berdeamî zêdekirina serdanên endamên lîsta Malikî bo nik Celal Talebanî û paşguhxistina serok Barzanî, evê rastîyê nîşan didin.

Evî parliyamneterî bi aşkira jî basa rolê xirab ê lîsta Nûrî Malikî kiriye û gotiye, ku ´´Dewleta Qanûnê bi reftareke ´fitnegêrî´ dixwaze Kurd ji hev cuda bike û yekrêzîya wan nehêle.´´

Muhemedreza Xefacî basa serdana Nûrî Malikî bo Kerkûkê jî dike û rexne ji evê serdanê digire. Xefacî dibêje, ku serdana Malikî bo Kerkûkê û kombûnên wî û encûmena wezîran li Kerkûkê di demeke wek niha de, gorz lêdan (zerbe) ji fraksiyonên siyasî bû. PNA