Gallery

“Ez Têmûrê Xelîl, kurê Xelîlê Çaçan Mûradov û Eznîva Reşîd”

Nûçexane – Têmûrê Xelîlê Çaçan, yek ji rojnameger-nivîskar-wergêrên şareza yê gelê kurd e. Jiyana ku sala 1949-an li Yerevana Ermenîstanê di nav malbateke rewşenbîr de destpê kir, vê gavê li Swêdê berdewam dike.

Têmûrê Xelîl ji sala 1997-an ve li bajarê Stockholmê dijî. Xwendina xwe ya bilind li ser fizîk-matematîkê kiriye û di navbera salên 1974-1977-an de li gundekî kurdan a bi navê Sîpanê, dersê matematîkê daye zarokên kurdan. Bi qasî 12-13 salan di rojnameya ’Riya Teze’ de, li gorî bilêvkirina kurdên Ermenistanê wekî ’miqaledar’ û berpirsê beşê çandê kar kiriye. Di destpêka salên 1980-yî de bi qasî 4 salan, di ’Beşê Kurdî yê Radyoya Yerevanê’ de redaktorî kiriye. Têmûrê Xelîl piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, terka Yerevanê dike û li Moskovaya paytexta Rûsyayê bi cih dibe.

Ezîzê Gerdenzerî di nivîsareke xwe de li ser Têmûrê Xelîl wiha dibêje: ”Temûr, di navbera salên 1992-1997-an de di rojnameya ’Golos Kurd’ de berpirsiyarî kiriye ku li Moskovayê bi rûsî çap dibû. Bi sedan gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî de çap bûne û hema bibêje berhemeke li Kurdistan û Ewropayê nemaye ku tê de nenivîsandiye.” Gerdenzerî her wiha diyar dike ku gava Temûr li Moskovayê bûye, di ’Radyoya Dengê Rûsyayê’ de beşeke edebiyatê bi rêve biriye. 

Jiyaneke Berhemdar

Têmûrê Xelîlê Çaçan, li Ermenistanê yek ji Endamên Komeleya Xwendekarên Kurd bûye. Piştre jî li heman welatî, Sekreteriya Komîteya Şêwra Rewşenbîrên Kurd kiriye. Piştî tê Swêdê, dibe yek ji endamên koma ’Kurmancî’ ya Enstîtuya Kurdî ya li Parîsê. Ev demek e ku di rêveberiya ’Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê’ de cih digire.

Rojnameger Prîskê Mihoyî ev 35 sal in ku Têmûrê Xelîl nas dike. Gava li Ûnîversîteya Yerevanê şagirt e, tevî şagirt û xortên kurdan di cejn û şevên neteweyî de gelek caran berhev dibin. Wî çaxî rewşenbîrên kurdan jî serdana wan dikin. Têmûrê Xelîl yek ji wan kesan e ku serdana Prîsk û hevalên wî kiriye. Ew bi hev re kar jî dikin. Têmûr li Radyoyê, Prîsk li ’Riya Teze’ ye. Paşê Têmûr tê rojnamê û bi hev re demeke dirêj dixebitîn. Prîskê Mihoyî li ser Têmûrê Xelîl wiha dibêje: ”Beriya her tiştî Têmûr walatperwer e. Wî terbîyet, tore û perwerdeya xwe ji maleke rewşenbîran hildaye. Ew rojnamegerekî naskirî ye. Wî bi sedan gotar li ser çanda kurdna nîvîsiye û hê jî dinivîse. Têmûr wergêrekî bêqisûr e.

Kilama li ser Mele Mistafa: ’Mêrê Mêrxas’

Têmûrê Xelîl di Beşê Kurdî yê Radyoya Yerevanê de çend kilam jî gotine: Li ser Mele Mistefa kilama bi navê ’Mêrê Mêrxas’ û kilameke bi navê ’Milkê Kurda.’

’Dengê Xwînê’ navê kitêba Temûrê Xelîl e ku sala 2009-ê li Diyarbekirê ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve hatiye çapkirin. Her wiha wî li ser daxwaza Seydayê Cegerxwîn, pêşgotina Dîwana 8-an’Aştî’ nivîsandiye. Tevî Mehmet Bayrak, ferhenga ’Rûsî-Kurmancî’ ya Îvanê Omer Farîzov kiriye ’Tirkî-Kurdî.’ Ev ferheng ji 30 hezar peyvan pêk hatiye û sala 1957-an li Moskovayê ji hêla ’Weşanxaneya Dewletê ya Ferhengên Xaricî û Miletiyê’ ve hatiye çapkirin.

Têmûrê Xelîl heta niha 8 pirtûk ji rûsî wergerandine kurdî û 10 pirtûk jî tevî keçên xwe Mîdîa û Dîdarê, ji tîpên kîrîlî û latînî ya kurdên Ermenîstanê wergerandiye ser tîpên kurdî ya latînî ya niha. Mîdiya 36 salî ye, Beşê Rojnamegeriyê yê Ûnîversîteya Moskovayê xwendiye û li heman bajarî berpirsa Buroya Turîstan e. Herçî Dîdarê ye, Beşê Sosyolojiyê yê Ûnîversîteya Stockholmê temam kiriye û di belediyê de kar dike.

24 saetên Têmûrê Xelîl bi kar û barên nivîsandinê dagirtîne. Gotaran dinivîse, wergeran dike, pirtûka xwe ya nû amade dike, arşîva rehmetiyê bavê xwe ji çapê re amade dike. Vê gavê pirtûkên kurdî yên bi kirîlî ku li ser folkorê ne dike latînî.

‘Gava çem derbas kirine, Erez ji xwînê sor bûye!’

Têmûrê Xelîl li ser kurdên Qefqasyayê diyar dike ku piraniya wan di dema ’Komkujiya Ermeniyan’ de, di navbera salên 1896-1915-an de mihacirê  Ermenistan û Gurcistanê bûne û berdewam dike: ”Beşeke biçûk ji wan kurdan di navbera salên 1828-1829-an de, di dema şerê Rûs û Tirkan de hatine Qefqasyayê. Malbata me yek ji wan malbatan e. Gava derbas bûne, xwe li Çemê Erez xistine. Kal-bavên me dibêjin gava çem derbas kirine, Erez ji xwînê sor bûye!”

‘Êzîdîmayîn kurdmayîn e!’

Têmûrê Xelîl li ser pirsa: ”Polîtîkayek heye ku niha li Ermenistanê tê meşandin. Ew jî ev e; kurdan ji êzîdiyan vediqetînin, çawa ku du gelên cuda ne. Li ser vê ramanê dikarî ji me re çi bibêjî?” wiha dibêje: ”Belê, polîtîkayeke wisa heye. Lê ev ne polîtîkaya dewletê ye. Hinek êzîdiyên me dibêjin; ’em ne kurd in’ û hinek kesên dewletê jî piştgiriya wan dikin. Baştir e êzîdî wek êzîdî bimînin. Tiştê xirab ew e ku kurd dibine tirk, ereb, ecem, azerî. Êzîdîmayîn tê wetaya kurdmayînê!”

Meraq dikim, gelo di dema Sovyetê de, fikir û ramana dewletên Ermenistan û Gurcistanê li ser kurdan çawa bû? Bersiva Temûrê Xelîl bi qasî ku balkêş e, ’kurt û kurmancî’ ye jî: ”Di dema Sovyetê de rewş baş bû, paşê xirab bû. Kurdên me dibêjin; ’Sovyet bi ser me de hilweşiya!”

Dê û Bav: Xelîlê Çaçan Mûradov û Eznîva Reşîd

Li ser Têmûrê Xelîl bandora bavê wî Xelîlê Çaçan Mûradov û Eznîva Reşîd gelek çêbûye. Xelîlê Çaçan Mûradov di navbera salên 1957-1981-an de, 24 salan li Yerevanê Serokatiya Radyoya Kurdî kirîye. Dayika wî Eznîva Reşîd jî spîkera pêşî ya radyoyê ye. Wê di navbera salên 1955-1982-yan de 27 salan spîkeriya radyoya kurdî kiriye: ”Bavê min Xelîlê Çaçan Mûradov, ji malbata ronakbîran bû. Birayê wî Baylozê Çaçan serhengê dewletê bû. Birayê din Celîlê Çaçan di dema damezirandina Komara Mahabadê de bi artêşa Sovyetê re çûbû Rojhilatê Kurdistanê. Wî li ser vê serpêhatiyê pirtûkek bi zimanê rûsî nivîsiye, lê çap nebûye. Ji min re got; ’piştî mirina min çap bikin’, emê çap bikin. Diya min keça Reşîdê Ecem bû. Di salên 1920-î de, piştî damezirandina Sovyetê, li Ermenîstanê sê kes hebûn ku wekîlê kurdan bûn: Erebê Şemo, Xudoyê Miho -Bavê Şekroyê Miho Xudo- û kalikê min Reşîdê Ecem. Diya min spîkera kurdan a yekem e. Berî wê spîkêr hebûne, wek Zeyneba Îbo -Xanima Heciyê Cindî- lê ew radyoya kurdî ya lokal bû û di hefteyê de carekê 10 deqe weşanê dikir.” Rûdaw / Salihê Kevirbirî

Advertisements