Gallery

Ji rûpelên jiyana Fêrîkê Ûsif – Firîda Cewarî

Nûçexane – Sala 2011 hikûmeta Ermenîstanê dibistana gundê kurdan – Pampê (niha Sîpan) bi fermî kir ser navê helbestvanê bi nav û deng Fêrîkê Ûsiv.

Fêrîkê Ûsiv. 2’ê meha mijdara sala 1934’a Ermenîstanê de, li gundê Pampa kurda (niha Sîpan) ji diya xwe bûye.

Zarotiya Fêrîk li Pampê derbas bûye. Pamp perçekî xwezaya bedew e, ciyê çiya û baniya, çayîr, çîman û kulîlkan e:

_War-welatekî xamikî xasik,

Mikanê kawa, çîyê gulê nazik…

Çiyakî bilind Pampêda heye, ku

Mîna zlamekî qure

Mêrekêra bê dew-dozê-

Qemerdax sîng gup vekirye

Li himberî Elegezê.

Fêrîk sala 1951-ê dibistana gundê Hevtsale bi şedetnameya pesnandinêva xilas dike.

Fêrîk di ber xwendina dibistanê re bi tevayî diçû ber berxan.

Zilamê fikirsucuh tebiyeta şênda dikete mitala, di şevên havînê de, li guhêr û bêdera, mîna kitêba xwe ya dersa stêrk û peyrê ezmana dixwend… Ruhê berxvanê biçûk bere-bere bi kubir keyîsa tebiyetê ve perwede dibû…

Wexta gîhadirûnê Fêrîk berxvantî disparte Onîkê bira û xwe-xwe diçû xebata kolxozê.

Lê hê naçe ber çevê min

Ew dîdema bi gul û nûr:

Qelfa qîza bi kincê reng

Ser milê wan –tirmix, tûrpazk,

Hilparkî çiyê dibûn çeleng

Wek “Tawisê” bi perr û bask…

Û Fêrîk tev hevala diçû “Vîlkê” – gîha berhevkirinê-pey wan “canik-cewahira”…

Yanzdeh zarê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer bûn: neh kur û du keç.

Fêrîkê Ûsiv sala 1951’ê tê Yêrêvanê û di Xwendinxana Pêdagojiyê de tê qebûl kirinê. Piştî kutakirina Xwendinxanê hema wê salê jî, ya sala 1955’a, Înstîtûta Pêdagojiyêye li ser navê Xaçatûr Abovyanda li fakûltêta(beşa) Fîlologiyê-Dîrokiyê pênc sala dixwîne.

Sala 1955’a dîsa dest bi weşana rojnameya “Rya Teze” dibe. Axavtinên radîoyêya kurdî jî dibin her rojî. Heta kutakirina înstîtûtê di rojnema “Rya Teze”- de 22 helbest û gotarên Fêrîkê Ûsiv dertên. Helbesteke wî ”Ez û cimet” bi rûsî sala 1958’a di kovara “Dirûjba Narodov” de dertê (kovara “Dostiya cimeta”,#9, Moskva), nivîsarên wî di radîoya kurdî de têne belavkirinê. Sala 1957’a berevoka ”Nivîskarêd kurdaye sovêtiyê”- de yanzdeh helbestên wî çap dibin.

Sala 1960-î Fêrîkê Ûsiv înstîtûtê diqedîne û di beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê de serokatiya edebiyatê dike.

Sala 1961’ê kitêba Fêrîk ya pêşîn -“Çevkanî” çap dibe. Ew ji aliyê xwendevanan ve rind tê qebûlkirin. Ew hub û hisreta şayîr bû. Mîna çavkaniya zelal bû û şayîrtiya Fêrîke helal elam dikir. Wê salê jî di berevoka “Efrandinêd Nivîskarêd Kurdê Sovêtiyê”- de neh helbestên Fêrîk çap bûn.

Di radyoyê de Fêrîkê Ûsiv bi helalî dixebitî. Ew rastgo bû. Qebûl nedikir qelpî, derewî, durûtî, karkirina wî kêm kişand.

Pey dûrketina ji xebata radîoyêra Fêrîk ber xwe diket. Ruhê wî rehetî nedidît.

Hecîyê Cindî Fêrîk kire xîretê, got:

– 250-î saliya şayîrê ermenyayî mezin Sayat-Nova dıvö bi şaynetî bê kivşikirinê. Were em berhevokeke wergerê amade bikin.

Kitêba Sayat-Nova da Fêrîk, got:

-Tu ji xwe re bibjêre-kîjana tu yê wergerînî, yê din jî ez ê wergerînim.

Fêrîk xwend û wergerand… klamkê stra, tercmê xwe şande rojnama “Rya Teze” û radîoyê. Bi wergerê Fêrîk kilamêd Sayat-Nova radîoyêda stran. Paşê, payîza sala 1963-a, Fêrîkê Ûsiv tevî konkûrsa (leca) qedandina efrandinên Sayat-Novaye baş bû.

Fêrîk helbest û wergerên xwe tim bi hostatîke mezin ezberî digot. Ev car cûda bû: Gere ber jyûrîya maqûl bixwenda, rind amade dibû. Gere artîstên Ermeniyê eyan re pêş de bihata. Hate elamkirinê, wekî helbestvanê kurdî cahil Fêrîkê Ûsiv wê şiyêra Sayat-Novaye “Tu hingêda aqilbendî” bi wergera xwe bixwîne. Serayê bi hewaskarîke mezin li bejn-bala Fêrîk û bedewiya wî dinêrî. Zef kerr û lal, te tirê kurmancî fêm dikin, guh dane xwendina wî û pey qedandinê dirêj, zef dirêj destê xwe lev xistin.

Fêrîk hêjayê prêmîya (xelata) dereca sisya bû. Sedirê jyûriyê, artîstê eyan Avêt Avêtîsyan Fêrîk bimbarek kir, got:

– Ez gelekî ji bo wergera helbesta Sayat-Nova û ezbergotina te firnax im!

Hema wê salê jî berhevoka şiyêrêd Sayat-Nova bi tercma Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv hate weşandinê.

Sala 1967-a “Gula Elegezê”, sala 1967-a jî pirtûka “Lîrîka” têne weşandinê.

Sala1968-a payîzê Fêrîkê Ûsiv hilgerya gund.

Fêrîk li gundê Pampê bû mamoste. Ewî di dibistanê de dersê zimanê kurdî dida. Hevtê 3 -4 rojan li gund dima. Rojên mayîn li Yêrêvanê bû, ji ber ku mal-neferê wî li şaran diman.

Salên 1976-1980-î Fêrîkê Ûsiv bi proyêkta xwe, tenê, tamek xwe û ji neferê xwe re li Pampê çêkir. Dorê sûrek kişand, fêza sûrê jî axilê pêz çêkir. Ji hostatiya wî gund-gundîtî zendegirtî diman.

Ewî nivîsî:

…Û wextekê jî du rêncber wê bên,

Xwe bavên ber siya axilê minî şên:

“Hey gidî, – bêjin, – Fêrîkê rehmetî

Ser van tam-taşa çiqa zehmet dî…”

Paşê çend berx, kar, mirîşkên pir bedew û du golik xwedî dikir. Ew awayê wî çêkirî û xweyîkirina heywanet jî, mirov digot, pareke poêziya wî bûn.

Sala 1973-a destana Fêrîk “Ûsivê Nevya”hate weşandinê. Ew veçêkirineke beyt- serhatiya cimetêye tezeye û bi serecema xwe pirr dewlemend e. Vê destanêda dîhar bûne karebûnên şayîre lîrîkiyê, êpîkiyê û dramatîkiyê.

Sala 1977-a pirtûka wî ye “Narê” hate weşandin.

Sala 1984-a bi şayînetî êvariya hobêlyaniyê bona 50-î saliya bûyîna wî li sera Mala nivîskarên Ermenîstanê derbaz bû.

Li Êvariyê doktorê zanîstên fîlolojiye, profêsor Hecîyê Cindî, doktorê zanîstên dîrokê Şekroyê Xudo, kandîdatê zanîstên fîlolojiyê Çerkezê Reş, serwêrê beşa radîyoxeberdanêd kurdî Ahmedê Gogê, serokê dibistana gundê Pampê(Sîpanê) Têmûrê Mîro û yên din bi axavtinên germ şayîr slav û bimbarek kirin.

Paşê şayîr Fêrîkê Ûsiv xeber da û razîbûna xwe da bona qedirgirtin û pirr qîmetkirina emekê wî.

Para êvariyê ye di bedewetiyê dea şiyêrêd şayîr hatine xwendinê, koma gundê Camûşvanêye vokal-haceta û sazbend, dengbêjêd mayîn pêşda hatin.

Fêrîkê Ûsiv bê hed û hesab ji gundê xwe-Pampa kurdan hez dikir. Li Pampê ewî xwe li perçekî Kurdistanêda didît.

Fêrîk selmyanekî miletê xwe bû:

Bra xwezil Kurdistana min şên bûya

Miletê min aza, xwendî û zên bûya…

Piştira nivîsî:

KURÊ MINRA

Car-carana têm, melûl, dilxor û mirûz im,

Lawo, kerba binê lingê te radimûsim…

…Dibe rokê Kurdistana mezin vebe,

Bavkê teyî hisret dil da lê tunebe.

Bira hinge lingê te bi hisreta min,

Bigere nav ax-topraxa cimeta min.

Halê Kurdistanê, bindestî û perçe-perçe bûna wê ji nexaşiya jî zortir Fêrîkê Ûsiv dizêrandin û dil- hinavê wî şayîrê nazik dêşandin…

…Lê dilê min îro bi xeme

Boy kurdê me dûre êgir da.

***

Rojêd emirê min darêkirin çûn.

Derd û nexweşî dilê min dicûn.

Tu heseke ron, tu gulanek geş

Naşxulin kûra dilê min nexweş…

Fêrîkê Ûsiv 3-ê gulana sala 1997-a, zeman zûtir, çû ser dilovaniya xwe

Bi xwestina Fêrîk ew berpala çiyayê Dibûrî hate definkirinê, ku çawa ewî dixwest –

… bihatana kerî, bihatana sûrî

Dora tirba min çiyayê Dibûrî –

Hingê ruhê min-berxvanê berê,

Hêlbiya hisreta xubara qebrê…,

Tevî kerê pêz ji çiyayê bilind,

Êvara bihata belabya nav gund…

Û Şekro Mihoyî nivîsî:

Edebiyeta me kurda ziyaneke mezin dît. Di Nava wê de valabûnek çêbû. 3-ê gulanê sala 1997-a, 63 salya xweda helbestvanê nemir, xudanşuret, xweyê merîfeta mezin û qelema adan Fêrîkê Ûsiv çû rehmetê…

Û Wezîrê Eşo nivîsî:

Fêrîkê Ûsiv nemire…

…Fêrîkê Ûsiv barekî giran, barê derd û kulên welatekî berfireh hilgirtibû ser milên xwe. Loma jî ewî nikaribû demeke dirêj ew bara ragirta, û li ser pîyan bima. Ew di bin wî barî de mêl û xar bû û ket..

Û Eskerê Boyîk nivîsî:

…Keserên tel hêsirada şil bûne, wax,

Giran bûne vê êvarê ser dilê min,

Caw anîne, cawa nebxêr, cawa dilêş,

Wefat bûye helbestvanê meyî mezin.

Û Çerkezê Reş nivîsî:

…Naka Fêrîkê Ûsiv wek şayîrekî esilzade bêminet dilive diçe berbi pêşeroja edebyeta kurd û Kurdistanê, poêziya wî bi taqên xalise kûr û bi xemil-rengên ştavva nitirîye… ew her tenê layîq-hêjayî hezkirinê û qîmetkirina bilind e.

Û Têûmrê Xelîl nivîsî:

Fêrîkê Ûsiv bi xeyd ji cihanê çû

…Fêrîkê Ûsiv sedî-sed ji şayîrê kurdê Sovêtistana berê yê herî navdar bû.

Helbestvan û torevan Kawa Nemir (Bakûrê Kurdistanê) nivîsiye:

Fêrîkê Ûsiv di 63 saliya xwe de, li Yêrêvanê, li wî aliyê din ê Erezê, kiras guhast û tevî karvanê nemirên kurd bû…

Çend helbestên Fêrîkê Ûsiv:

***

Kurd xerîbdoste,

Kurd ji mileta aqa hiz kirye,

Wekî navê wan

Bi hewas-heyran

Ser zar û dilê kurdada dijîn,

Gotye Înglîs,

Romo û Receb,

Kurê xwe ezîz

Navkirye Ecem,

Navkirye Ereb,

Ûris û Gêrman.

Û hela Çerkez,

Cahûd, Emîran..

Kurd xerîbdoste,

Her milet û merd

Ser zar û dilê kurdada dijîn,

Lê hene nemerd,

Ku naxwezin kurd

Erda jî bijîn…

KURDISTAN

Agir û antêxî tu,

Hew maye – min vêxî tu,

Hal û îlik bêxî tu,

Hey zor û zordesta min.

Lê çi agir, nûrî tu,

Hevdu nafûr-fûrî tu,

Ji hev bela , dûrî tu,

Hey tu rast û qesta min.

Minra hergedayî tu,

Diya dûr-derayî tu,

Ne li van erdayî tu,

Hey tu erd û besta min.

Ez bilbilim –qal û dax,

Tu sorgulî,dinya-bax,

Li minra venabî,ax,

Hey merem û qesta min.

Qurn û dewir û sal-zeman

Heyrî bengzê te ez mam,

Kurdim, kuyî Kurdistan,

Wey dîl û bindesta min…

***

Xwezil, xwezil, ya min biyayî,

Xwezila bûka diya min biyayî,

Te çok veda ber pîngê wê,

Serî bida ser sîngê wê,

Porr û guliyê xwe reş berda,

Diya min porê te vegirta,

Û min destê wêyî çira

Li ser porê te paç kira…

DILÊ KURR

Dilê kurr, divê, tînin

Tendûra dêda dikin

Nikarin bipijînin,

Çiqas jî pêda dikin.

Lê, divê, ji kerbî kurr

Diya reben nasebirîne,

Xwe davê tendûra gurr,

Ku agir bitemrîne.

Û, divê, agir hiltê,

Bi dayîka hêsîr digire,

Û teze ser agirê dê

Dilê kurr dikizire…

DENG, CENG

Mehmed Arif distirê, ez bi girî dem digrim,

Dinya ber min dive sêr, ji mirinê xem digrim,

Hey “ezrahîl” û şerbaz, wekî hûnin mirina min,

Werin sehkin dengê wî, belkî pirtî rem bigrin…

Ez xêr hatim vê dinê, min xêr jî dî, lezet dî,

Yara xweye dêmneder çol û baniyê cinet dî,

Mehmed Arif tev rakir dilkê minî hisretî,

Wey min deng û seda wî zêdetir tu sêr nedî.

“Eyşa Elî” heyrim ez, li dengê wî heyrim ez,

“Asa Delîl” heyrim ez, şûr-şengê wî heyrim ez,

Ez çevê xwe çi derxim,ez zarê xwe ça pevxim,

Wekî nevêm-bengizê wî, li rengê wî heyrim ez.

Xwezilya ttûb tunebiya, bend û sînor tunebiya

Ser qedemê dinyayê kenc û kînor tunebiya,

Lê çi bikî? Çi feyde, ku zevtkarê dereke

Hê rû-barê dinyayê dikole gor û tebiya…

Ey çikûzê cengbazî…ey nemerdê dilkotî,

Deng-seda vî Mehmedî yareb qe tu nesotî ?

Te dest daye “ezrayîl”, te deng daye top-tiving,

Nahêlî pak sehkim ez dengê wî om-om gotî.

Tê ji vê dinê çi bivî, ka bêje fikar bikim?

Lê tu, lê tu, ay hevsûd, ji te çi pirsyar bikim?

Tu vî dengî merd navî, çeva xelqê bar navî,

Ka pût xweliya ser kulîk ser çevê te bar bikim.

Hucet meke bi xezeb, bi şerr û şeng,ey merî,

Çkûziya xwe meke qan, sînor û bend, ey merî,

Bihêl, bera pêla deng bive pirak merd-qewîn

Him bo meriyê vî berî, him bo meriyê wî berî…

Têbinî: Hevala jiyanê ya nivîskar, helbestkar û wergerê Kurd ê navdar Fêrîkê Ûsif, Frîda Cewarî ev nivîs bi taybet ji ANF’ê re li ser jiyana hevserê xwe nivîsandiye. Jêder: ANF

Advertisements