Gallery

Nêçîrvan Barzanî digel serokomar û wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiya

Nûçexane – Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveyê serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de, duhî li Enqereyê digel Ebdula Gul serokmar û Ehmed Dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiya.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û heyeta pê re, duhî, cuda ji aliyê her yek ji Ebdula Gul serokmarê Tirkiyeyê li qesra komarî Çankaya û ji aliyê Ehmed Dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê li baregayê wezareta derve li Enqereyê hat pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de, serokomarê Tirkiyeyê, bi minasebeta wergirtina postê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Herwesa behsa pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê, bi awayekî ku, ew peywendî bikevin di qonaxeke pêşkeftîtir de û ber bi qonaxeke stratejîk a hevbeş di navbera her du aliyan de, di hemû warên siyasî, abûrî, bazirganî, hilbirîn û enerjiyê di çarçoveyê Îraqê de ber bi pêşve biçin.

Di civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ehmed Dawudoglu de jî, ji bilî nirxandina peywendiyên navbera her du aliyan û tekîdkirin li ser berfirehkirina wan têkeliyan, rewşa hermî û kirîza siyasiya Îraqê jî hat minaqeşe kirin. Di vê çarçoveyê de her du alî hevfikir bûn ku divê hemû girift û pirsgirêk bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareser kirin. Jêder: KRG

Advertisements