Gallery

Wall Street Journal: Em li pişt nûçeya xwe ne

Nûçexane – Nivîskarên gotara WSJ (Wall Street Journal) ku li ser komkujîya Roboskîyê agahîyên îstixbarata Predatorên Amerîkî parve kiribûn Joe Parkinson û Adam Entous, piştî derewderxistina nûçeya wan ji alîyê rêvebirên Tirkiyê û TSKê (Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê) ve bersiv dan û agahîyên nav gotara xwe parastin.

Yek ji nivîskarê gotara nûçeyî Joe Parkinson, ragihand ku, ew li pişt nûçeya xwe ne û ew bi meraq li benda kesên agahîyên nû ji wan re bişînin in. Di daxûyanîya TSKê de hatibû gotin, dîmenên ewil ji alîyê İHAyên Tirkiyê ve hatine girtin, lê berevajî vê WSJ dibêje; dîmenên ewil ji alîyê Predatorên Amerîkî ve hatine girtin û piştî qefîleya mirovan dîtine jî Tirkiye pê agahdar kirine û biryara ku ew qefîleya gerîlayên PKKyî ne jî Tirkiyê daye.

Joe Parkinson di hisabê xwe yê Twitterê de balê dikişîne ser ku nûçeya wan bi lêkolînkirinê hatiye nivîsîn û wiha didomîne: ‘Ez li pişt nûçeya me me. Hemû îdiayên nûçeyê hatine lêkolînkirin. Heke delîlên hin kesên din hebin ku, bûyer bi awayekî din pêk hatîye bi meraqdarî em dixwazim li wan guhdar bikin.’

Parkinson, ev herdu pirs jî ji Tirkiyê kirin:

1 – Çima Tirkiye bi awayekî tekez nikare bêje kîjan firokeya bêmirov ya wan e?

2 – Gelo pîvandinên firokeya bêmirov di nav nirxandinê de cih girtiye?

Advertisements