Gallery

Serok Barzanî serdana Necefê dike

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta danûstandinên bi payebilindên şîayan re serdana bajarê Necefê dike.

Çavkanîyên nûçeyan yên herêma Kurdistan ragihandin ku, Serok Barzanî îro (05-19-2012) serdana bajarê şîayan yê Iraqê Necefê dike û wê li wir bi payebilindên şîayan re danûstandinan pêk bîne.

Advertisements