Gallery

SHKê kuştina 3 serbazên Tirk şermezar kir: Kuştin encamê nade

Nûçexane – Serokatiya Herêma Kurdistan kuştina 3 serbazên Tirk bi tundî şermezar kir ku, di êrişke a gerîllayên PKK`ê de hatibûn kuştin.

Peyvdarê serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah di beyannameyekê de ragihand ku, ew kuştina 3 serbazên Tirk ku di êrişk a gerîllayên PKK`ê de hatibû kuştin bi tundî şermezar dikin.

Di beyannameyê de hatiye aşkere kirin ku, mixabin di roja Pêncşema borî (17.5.2012) de li devera Hatay(Entakiye) 3 efser û û serbazekî Tirk hatibûn kuştin,lewra em weku serokatiya Herêma Kurdistanê wê êriş û kuştinê bi tundî şermezar dikin ji ber ku, ziyaneke mezin e ji bo hewlên aştiyê.

Peyvdar; serokatiya Herêmê dibêje: Em dubare dikin ku, kuştin bê encam e û xizmeta tu aliyekî nake, lewma pêwîste bi rêya aştiyane arîşe bên çareser kirin.

Her weha ragihand ku, serokatiya Herêma Kurdistanê çendîn caran  tekez kiriye ku, kiryarên bi vî awayî xizmeta gelê Kurdistan û proseya demokrasiyê li deverê nake.

Advertisements