Gallery

20 Salîya Parlemena Kurdistanê Hat Pîrozkirin

Nûçexane – Hikumeta Herêma Kurdistanê 20 salîya avabûn û destbikarkirina Parlemena Kurdistanê pîroz kir.

Beyannameya hikûmeta herêma Kurdistanê bi minasebeta 20salia hilbijartina yekemîn parlamentoya Kurdistanê:

Xelikê Kurdistana Îraqê beriya 20 salan di dengdaneke demokratîk û bêwêne di dîroka xwe de, yekemîn parlamentoya Kurdistanê hilbijart. Bi vê pêngavê jî Kurdistana Îraqê di warê jiyana siyasî û muesesaî de, kete di qonaxeke nû de û ew bû xwediyê parlamentoyekê ku ji îradeya azad a hevwelatiyên Kurdistanê bû.

Hikûmeta herêma Kurdistanê, bi vî minasebeta niştimanî, pîrozbahiyê li hemû xelikê Kurdistanê dike û careke din dupat dike ku ew destkeftiyên heta nuha li ser sewyeya navxweya Kurdistan û Îraqê bo gelê me bidest ve hatine, berhemê serhildana xelik û hilbijartina wê parlamentoyê bûn ku, nuha di vê qonax û rewşa hesas denûneratiya îradeya gel dike bi hemû pêkhatan ve bi arasteya kûrkirina demokrasî, xweşjiyanî û federaliyê li ser astê hemû Îraqê. Ji ber hindê em bi wezîfeya hemû aliyan dizanin, tevî hemû cudakî û nakokiyan, di vê qonaxa hesas de jî, di bin siha vê parlamentoyê de bi hev re, ji bo zêdetir geşepêdan û xurtkirina tecrûbeya me û çareserkirina arîşe û kêmasiyan, kar bikin. Daku di pêşerojê jî de li hember hemû gef û rûbirûbûna rawestîn û di qazanca miletê xwe de sermayegozariyê bikîn.

Parlamentoya Kurdistanê tevî ku temsîla îrade û azadiya Kurdistanê dike, di dema 20 salên borî de, tevî teb asteng û giriftan, kariye esasekî qanûnî giring bo welatê me amadfe bike û gelek qanûn û biryaran bo rêxistina jiyana siyasî, civakî, aborî û kulturî li herêma Kurdistanê derbixe ku, ev jî ciyê destxweşiyê ye.

Di vê bîreweriyê de hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hemû hevkarî û hevahengiyê digel parlamentoya Kurdistanê bike û hikûmet di wê baweriyê de ye ku ev rêya êkane ji bo geşepêdana rewşa hukimdariyê ku di qazanca xelik û bi destveanîna hemû hêvî û daxwazan û parastina demokrasî, firehî û azadî kul i hemû Kurdistanê heye.

Careke din ev yada pîroz a niştimanî û kurdistanî pîroz dikîn.

Hikûmeta herêma Kurdistanê
19.05.2012

Advertisements