Gallery

22’yê Gulanê di Fînala Navîn de Kurdistan û Filîstin derdikevin pêşberî hev

Nûçexane – Kûpa Navnetewî ya Filîstînê ku, Tîma Milî ya Kurdistanê jî tê de beşdar e bi maçên Fînala Navîn yên roja 22’yê Gulanê berdewam dike. Piştî encamên Fînala Navîn wê Fînala Kûpa Filîstînê 24’ê mehê bê lîstin.

Tîma Kurdistan ku doh piştî encama 1 – 1 ya maça bi Endonezya re derbasî Fînala Navîn bû, wê 22’yê Gulanê bi Tîma Milî ya Filîstinê re ji bo fînalê gogê bibezîne.  Her wiha wê heman rojê Tîma Milî ya Endonezya û ji grûba C Tîma Tûnisê jî werin beramberî hev û ji bo fînalê hevrikîyê bikin. Piştî encama van herdu maçên Fînala Navîn tîmên serkeftî wê di fînala Kûpa Filîstînê de roja 24ê Gulanê derkevin pêşberî hev û ji bo Kûpeya fînalê werbigirin gogê bibezînin.

Çav li rê ye maça Kurdistan û Filîstînê roja 22’yê Gulanê li Stadyûma Al-Ramallah li demjimêr 17.00 (5)  piştî nîvro dest pê bike.

Nûçexane

Advertisements