Gallery

Du Wezaretên Kurdistanê Bûn Yek Wezaret

Nûçexane – Cîgirê serokwezîrê Herema Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de li avahiya wezareta darayî û aborî hevgirtina wezareta darayî û aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand.

Di civîna îro (20.05.12) de cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed, wezîrê darayî Bayîz Talabanî, wezîrê aborî Reşîd Tahir, wekîlên wezareta darayî û aborî amade bûn. Bi pişt girêdana bi hêjmara 5 a sala 2010an hevgirtina wezareta darayî û aborî ya Hewlêr û Silêmaniyê hat ragihandin.

Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed got: “Îdareya zer û kesk di wezareta darayî û aborî de nema.”

Wezîr, wekîlê wezîr û 10 rêveberên giştî karên wezareta darayî û aborî bi rêve dibin. Herwiha 4 şêwirmendên bankê, darayî, yasayî û bazirganiyê ji bo wezaretê hatine danîn.

Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna yekemîn a xwe de biryar girt ku wezareta navxwe, darayî û aborî di nava 45 rojan de bibin yek.

Roja 14ê vê mehê, hevgirtina wezareta navxwe ji aliyê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed ve hat ragihandin. Rûdaw

Advertisements