Gallery

Obama: Divê Esed Dev Ji Deshilatê Berde

Nûçexane – Li gor çavkaniyên nûçeyên Erebî,di civîna G8 de ku bi beşdariya welatên mîna Emerîka, Birîtanya, Fransa, Almanya,Îtalya,Keneda , Japonya û Rûsya, doseya veguhastina deshelata Sûriye hate gengeşekirin.

Serok Emerîka Barak Obama di civîna G8 de ya li Kamb Divîd a Emerîka  ragihand ku, pêwîste serokê Sûriye Beşar Esed jî wekî serokê Yemenê  dev ji deshelatê berde.

Ji aliyekî din ve wezareta derve yê Sûriye raportek arasteya Civata Mafê Mirov a Netewên Yekbûyî û sekerterê wê Kofî Anan kiriye û têde aşkere kiriye ku, sizayên dawîn yên Emerîka û Ewrupa li ser rêjîma Sûriye terorek a aborî ye.

Her weha di raportê daxwaz hatiye kirin ku, divê ku civata navdewletî van sizayan şermezar bike. Kurdî: Xendan

Advertisements