Gallery

“Peywendiyên Hewlêr û Enqereyê kete qonaxeke nû”

Nûçexane – Di yekemîn konferansa enerjiyê ya li Hewlêrê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Peywendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê derbasî qonaxekî nû bûye.” Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê jî eşkere kir ku li Kurdistanê hilberîna Tirkiyê sedî 40 zêde kiriye. Hevdem nûnerê wezareta derve yê Tirkiyê jî dibêje: “Li Kurdistanê hilberîna Tirkiyê 8 milyar dolar e.”

Îro yekemîn konferansa enerjiyê li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê bi beşdarî dehan kompaniyên navneteweyî yên enerjiyê ku ji aliyê rêxistina Stim Energy ve hatibû rêxistinkirin dest bi kar kir. Konferans wê du rojan berdewam bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di despêka konferansê de gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de. Nêçîrvan Barzanî ragihand ku peywendiyên navbera Enqere û Hewlêrê xwediyê giringiyekî taybet e û pêşveçûnên berçav hene. Belgeya me jî amadebûna wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê û sazkirina vê konferansê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku di warê hilberînê de, Tirkiyê welatê herî mezin ê beşdarbûyiye. Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê derbasî qonaxekî nû bûye û bi taybet jî di warê enerjiyê de. Nêçîrvan Barzanî bi peywendiyên niha navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de hene keyfxweş e, bi taybet jî piştî serdana vê dawiyê ya Tirkiyê.

Nêçîrvan Barzanî di berdewama axaftinên xwe de got: “Herêma Kurdistanê wê di veqetandina enerjiya cîhanê de rolekî giring bileyîze.” Navbirî bal kişand ser wê yekê ku ji ber nebûna yasaya petrol û gazê, parlamentoya Kurdistanê ji sala 2007an ve yasaya petrol û gazê pejirandiye û rastî bi xwe dibêjin. Herêma Kurdistanê di warê petrol û gazê de kar kiriye û pêşketinekî berçav dîtiye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha pêdeçû: “Em di warê petrol û gazê de ji hinek berpirsên Iraqê cûda kar dikin. Serwetên xwezayî ji bo hemahengiyê ye ne ku ji bo dijberîkirinê ye û divê ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê bê bikaranîn. Herêma Kurdistanê bi siyaseta xwe ya petrolê, karî destê xwe li ser nexşeya enerjiya cîhanê bikêşe.”

Nêçîrvan Barzanî bilêv kir ku hinek navçe û parêzgehên din ên Iraqê hene ku di warê petrol û gazê de rêya Herêma Kurdistanê digrin. Barzanî daxwaz kir ku çendî zû ye, yasaya petrol û gazê li parlamentoya Iraqê bê pejirandin û got: “Me wekî kurd gelek qurbanî dane û lewra em bi paşeroja xwe keyfxweş in.”

Nûnerê wezareta derve ya Tirkiyê Medhet Belkan di gotara xwe de bal kişand ser giringiya peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de û got: “Tirkiye li Herêma Kurdistanê di sektora hilberîna petrol û gazê de pêşveçûnên berçav dîtiye. Hilberîna Tirkiyê ya di warê petrol û gazê de li bakurê Iraqê 8 milyar dolar e.”

Di heman konferansê de wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz jî gotarek pêşkêş kir û got: “Sedî 70ê hilberîna Tirkiyê ya li Iraqê, ligel Herêma Kurdistanê ye. Îsal jî tevgera bazirganî ya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bi rêjeya sedî 40 zêde kiriye.”

Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê got: “Derfetekî baş li pêşiya Herêma Kurdistanê heye, ji bo li ser nexşeya cîhanê cihê xwe diyar bike. Em bi hûrî çavdêriya pêşveçûnên navxweyî yên Iraqê dikin.” Rûdaw

Advertisements