Gallery

Serok Barzanî bersiva tomet û tawanbarîyên Malîkî da

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî, piştî hevpeyvîna Malîkî ya di televizyona NRT de ku, herêma Kurdistanê bi qaçaxçîtiya neftê tometbar kiribû û li ser dayîna postên wezîrtîyê yê Tevgera Goran ku qaşo ji alîyê Serokatîya Barzanî ve hatiye astengkirin bersiv da û dirûtîya Malîkî ji raya giştî re ragihand.

Daxuyanîya Serok Barzanî ya di vê derbarê de wiha ye:

Birêz Malikî li hevpeyvîna xwe ya li gel kanala NRT behsa çend babetekî kiriye ku pêwîstiya wan bi bersîvdanê ve heye.

Niha aliyên pêwendîdar mijulin bersîvê amade dikin û dihête belav kirin.

Lê belê li vir da dixwazim bersîva du babetên serekî bidim ku yek ji wan bende bi wan tometên ku dixine ser Herêma Kurdistanê ya bi şandina neftê bi awayeke qaçax û duyem jî bende qaşo nedayîna Wezaretek bi Tevgera Goran.

Di derbarê babeta yekem

Gelek car birêz Malikî û dewruberê wî û xelkekî din jî, Herêmê bi wê yekê tometbar dikin ku qaşo neft bi qaçaxî dişîne derve.

Li rêkefta 04/04/2012 piştî wê yekê ku yekem car vê tometê pêşkêşî Herêmê kirin, me daxwaz kir ku ji Encumena Nûnerên Iraq û Parlemena Kurdistanê bi beşdariya Nûnerê Wezareta Neft û Darayiya Iraq û Wezareta Samanên Siruştiyan û Darayiya Herêmê ji bo lêkolîna li tometa bi qaçax birina neft li başûrê Iraqê yan Herêma Kurdistanê lîjneyekî hevbeş bête pêkanîn. Lê belê mixabin heta niha daxwaz bê encam bû û tu bersîvek nehatiye dayîn û lîjne dirûst nebû.

Dûpat dikîn ku her kes û aliyek belgenameya xwe ya li ser bi qaçax birina neft li Herêma Kurdistanê bo derve hebê, bila kerem bike bîxe rû, û hemû aliyek dilniya dikîn ku her kesê ku destê wî li vir da hebê diçê ber edalet û çavpoşî li kesek nayê kirin.

Di derbarê babeta duyem

Birêz Malikî gotibû ku qaşo ez dijî pêdana postê Wezaretek bûm bi Tevgera Goran û ji Hikûmetê eger bê û postekî wiha bi wan bidin min êrîşa paşvekişandinê kiriye.

Eve dûre ji rastî û Tevgera Goran bi xwe berî hemû kesê dizanê ku eve ne raste

Min daxwaz ji Tevgera Goran û aliyên dinê Kurdistanê kir ku îtîlafa fraksiyona Kurdistaniyan bê dirust kirin. Li vî warî de jî berî hilbijartina Encumena Nûneran û piştî hilbijartinê hemû aliyê Kurdistaniyan kombuyîn. Paşê li dema pêkanîna Hikûmeta Iraqa Federal, daxwaz li Tevgera Goran jî hate kirin ku li çarçêweya îtîlafa fraksiyona Kurdistaniyan ku Yekgirtiya Îslamî û Komela Îslamî jî têda beşdar bûbûn Wezaret werbigrin. Lê belê Tevgera Goran nehatin û biryarê dan li vê çarçêweyê de beşdar nekin. Li vî warî de hemû hîzbên Kurdistaniyan şahidin.

Dema birêz Malikî daxwaz kir Wezaret bi wan bê dayîn, me ji wan re ragihand ku li beşa xwe de azadin çend Wezaret bidin wan û ji bo me başe, lê belê li beşa îtîlafa fraksiyona Kurdistaniyan divê li rêya Herêmê ve be.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20/05/2012
KRP

Advertisements