Gallery

Aştî Hewramî: Sala bê Herêma Kurdistan wê hinardeya Nefta xwe bike

Nûçexane – Wezîrê samanên xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku sala bê Herêma Kurdistanê bi rêya boriyeke nû raste rast Nefta xwe hinardeyî derve dike.

Wezîrê samanên xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, îro 20/5, di nava axavtineke xwe ya di konfransa wize ya li bajarê Hewlêrê birêve çû de ragehand û got: “Di meha tebaxê ya sala bê de Herêma Kurdistanê dikare di rêya boriyeke nû di sînorên Tirkiyê re guhaztina Nefta xwe bike .”

Hêjayî gotinê ye ku nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta navendî ya Êraqê de li ser kontrolkirina hinardeyên Neftê ye ku hikûmeta navendî, tenê xwe berpirsyarê hinardeya neftê dibîne.

Her weha hikûmeta Bexdadê radighîne ku girêbestên neftê yên Hrêma Kurdistanê li gel kompaniyên cîhanî, bi ne yasayî bi nav dike. Ji ber vê yekê jî di meha nîsana îsal  de, Herêma Kurdistanê hinardeya xwe ya nefta xav sekinand.

Ji aliyê xwe ve wezîrê wize yê Tirkiyê Tener Yildiz di konfransê de gotarek pêşkêş kir û tê de hêvî ji beşdarbûyên kongirê xwest ku bikarin li barê pêşvebirina rewşa berhem û veberhênana wize li Herêma Kurdistanê goftûgo bikin û ji ber ku roleke Herêmê ya mezin heye li nav Êraqê de.

Yildiz her weha got: “Ez kêfxweşim ku Herêma Kurdistanê pêşve çûye, ev yek jî weha dike ku em bi taybet nêzîkî Kurdistanê bibin, çunkî em wek Tirkiyê li %70 veberhênana me ya li Êraqê li Herêma Kurdistanê ye, her weha ji ber vê yekê karê me yê herî zêde di warê aboriyê de bi hevre ye, çendîn li Ewrûpa qeyrana aboriyê heye jî, lê em veberhênana xwe li barê wize de çi bi rêya boriyên guhaztina sotemeniyê be û çi di çendîn warên din de dikin.” Xendan

Advertisements