Gallery

Serokwezîr Erdogan: Piştî operasyonê hay ji bûyera Qilebanê bûm

Nûçexane – Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan cara ewil bi awayekî eşkere biryara lêdana gundîyên Roboskîyê derew derxist û ji bo Operasyona Qilebana Şirnexê ya ku 34 gundî hatibûn kuştin got, ‘Min rayeya xwe dewrî artêşê kir, wan jî bikar anî. Min jî li CD ya Qilebanê temaşe kir. Piştî operasyonê haya min jê çêbû.’

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan balê dikişîne ser ku, biryara operasyonê yekser ji alîyê artêşa Tirkiyê ku rayeyên xwe dewrî kirine ve pêk hatîye û dibêje, ‘her ku biryara vê operasyonê bi xeletî be jî ji ber serpêhatîyên êrîşên PKKê yên bi vî awayî bûye sedem ku ev biryar bê standin.’

Advertisements