Gallery

Tîma Kurdistan û Tûnisê îro ji bo fînalê gogê dibezînin

Nûçexane – Hilbijardeya Kurdistanê ya gogê amadekariyên xwe dike ku îro bi hilbijardeya Tûnisê re li yarîgeha Filistînê di qonaxa berî dawiyê de bilîze.

Di çarçoveya şampiyonaya navdewletî ya Filistînê de, tîma Kurdistanê ku bi encama 1-1 li hember tîma Endonesyayê wekhev ma û bi pileya yekem derbasî dora din bû, îro bi tîma Tûnisê re ji bo qonaxa berî dawiyê hevrikiyê dike.

Yariya Kurdistan û Tûnisê îro li yarîgeha şehîd Husênî ya bajarê Ramallah yê Filistînê li demjimêr 17.00 tê sazkirin.

Hilbijardeya Kurdistan bi 4 xalan û bi pileya yekem derbasî dora din a şampiyonayê bû. Kurdistanê di yariyên xwe de çi yarî dernedane her wiha hilbijardeya Tûnisê çi yarî dernedane (AKnews)

Advertisements