Gallery

CHPê Pêşnîyara Propagandaya Kurdî Kir

Nûçexane – Wekîlên koma CHPê Akif Hamzaçelebî û Muharrem İnce pêşniyarek ji bo propagandya partiyên siyasî ya ji derveyî zimanê tirkî pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kirin. Ger yasa bê pejirandin, wê di mîtîngan de propagandaya kurdî bê kirin.

Ji gor pêşniyara wekîlên koma CHPê Akif Hamzaçelebî û Muharrem İnce, namzet dikarin berî hilbijartinê ji derveyî zimanê Tirkî bi zimanên din jî propagandayê bikin.

Li gor wê pêşniyarê, wê di Yasaya Partiyên Siyasî de guhertin bê kirin. Li gorî vê yekê wê hevoka “Di belavkirin û nivîsandina rêzikname û bernameyê de, di kongreyan de, di civînên vekirî yan jî yên girtî de û di mîtîngan de ji derveyî Tirkî bi ti zimanekî din propaganda nayê kirin” bi awayê “… Wê bikaranîna Tirkî bingeh bigrin” bê guherandin.

Li gor vê guhertinê, partiyên siyasî wê bikarin ji bilî zimanê Tirkî, di zimanên cûda de jî propagandayê bikin. Kurdî: Rûdaw

Advertisements