Gallery

Gulîstan Perwer ji bo Konferansa Jinan Strand

Nûçexane – Hunermend û stranbêja navdar ya Kurdistanî Gulîstan Perwer di duyemîn konfransa neteweyî ya Jinên her çar parçeyên Kurdistanê de li Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê, ji amadebûyan re bi dengê xwe yê xweş çend stran pêşkêş kir.

Gulistan Perwer hunermenda dengxweş û navdara Bakûrê Kurdistanê bi hevkarîya grûpa mûzîka peymangeha hune a Hewlêrê, çend stran û goranîyên xwe pêşkêşî amadebûyan kir.

Duyemîn konfransa neteweyîya jinên her çar parçeyên Kurdistanê îro li hola şehîd Seid Ebdullah a li Hewlêr a paytextê herêma Kurdistanê û di jêr dirûşma ´´Hemahengî û Yekdengîya Jin bo Yekîtîya Neteweyî´´ dest bi karên xwe kir û dê bo maweya 3 rojan berdewam be.

Di evê konfransê de, 204 endam beşdar bûne, ku 101 endam ji başûrê Kurdistanê ne û 103 endamên din jî ji her sê parçeyên dinên Kurdistanê ne. PNA

Advertisements