Gallery

Xemxurên Zimanê Kurdî Bi Serok Barzanî re Civîyan

Nûçexane – Komek zimanzan, perwerdekar û mamoste li Herêma Kurdistanê bi serokê herêmê Mesûd Barzanî re hatin ba hev û pirsgirêkên standardkirina alfabe û zaravayê zimanê kurdî gotûbêj kirin. Serok Barzanî standardkirina zimanê kurdî ji bo nivîs û bikaranîna giştî wek bingeha neteweya kurd bi nav kir û ji dezgehên peywendîdar xwest ku ji bo vê yekê hewl bidin.

Nûçeya Malpera Serokatîya Herêma Kurdistanê ya derbarê naveroka vê civînê de wiha ye:

Îro çarşem 23/05/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya hejmarek zimanevanên Desteya Geşepêdana Zimanê Kurdî kir.

Li destpêka hevdîtinê de, Dr. Kurdistan Mukriyanî ji bo vê hevdîtinê de bi navê amadevanan spasî Serok Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê ku ev hevdîtina li gel wê hejmara zimanevanan nîşaneya xemxuriya rêzdar ya li pêkanîna zimanekî yekgirtiya nivîsîn û xwendinêye ku yek ji bingeha serekiyên mayîn û hebûna neteweya Kurd û nasnameya wî ya li dijwartirîn û sextirîn rojgaran da.

Paşê her yek ji pîspor û zimanevanên amadebuyê hevdîtinê têbînî û nêrîna xwe ya sebaret bi rewşa îroya zimanê Kurdî û çawayiya pêşxistina wê xisterû û destnîşana wan waran kirin ku pêwîste çaksazî li zimanevaniyê bê kirin û ew war jî li perwerde û xwendina bilind û lêkolînên zanistî û birêvebirin û fermiyayetî û rewşenbîrî û ragihandin û akademiya Kurdî û çend rêyekî ji wan çareseriyan pêkhatibû û çaksaziyê li warê plandanan û peyrewkirina siyasetekî zimanevanî û danîna ferhengekî yekgirtiya Kurdî dane zanîn û her wiha ferhenga zaraveya zanistî û pisporî û elîfba û rastnivîsa zimanê Kurdî wekî destpêkek ji bo pêkanîna zimanekî standart ji bo nivîsînê û her wiha axaftin bi pişt bestina pîsporên warê perwerdehî û civakî û derûnî û zimanevaniyê û li vî warî de daxwaz kirin ku her du desthilata yasadanan (Parleman) û bi cîhanîn (Hikûmet) alîkariya wan bike.

Serok Barzanî li gotarek de balkişand li ser girîngiya pêkanîna zimanekî standart û ragihand ku yek ji armancên qebulkirina Serokayetiya Herêmê bi standartkirina zimanê Kurdî bû û li hewlên xwe de jî berdewam dibê heta ew armanc pêkbê. Ji ber ku yek ji bingehên her neteweyek hebûna zimanekî standarde, raste awazên cûda cûda heye lê belê mîlletan vê ezmûnê derbaskirine û li dawiyê de karîne zimanekî standart ji bo xwe pêkbînin û eve jî ragihand ku yek ji şakarên şoreşa eylûl têkilbûna hemû şêwe û zaravayên Kurdistanê bû. Em dizanîn ev kar gelek ne hêsane û pêwîstî bi çendîn salan heye, lê belê divê‌ ji niha ve karên cîddî ji bo wê bikîn û zimanekî yekgirtî ji bo nivîsîn wekî zimanê Erebî pêkbînîn û eve jî dibê‌ bibin newata vê karê û desteya xwe jî berfirehtir bikin heta hemû pîspor û zimanevanê perçeyên dinê Kurdistanê jî li xwe bigrê û pêwîste Parlemen û Hikûmeta Kurdistanê piştgîriyekî tevahî li wê erkê pîroza we bikin û bi tu awayekî jî rê nadîn mesaîlên siyasî bixin nava vê erkê. Jêder: Malpera Serokatîya Herêma Kurdistan

 

Advertisements